21:10 23 Hezîran 2018
Qamışlo

Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê efûya giştî derxist

© Sputnik / Hediye Levent
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê bi boneya newrozê duh yekşemê qanûneke efûya giştî derxist.

Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê roja şemiyê civîna xwe li bajarê Amûdê li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Meclsê, Hevserokên Encûmena Qanûnsaz Hekem Xelo û Nezîre Korye, endamên dîwana encûmenê Perwîn Mihemed Emîn û Ebdulkerîm Seko û endamên encûmenê beşdarî civînê bûn.

Encûmenê di daxuyaniyê de efûyek giştî ragihand ku dê piştî weşandina di rojnameya fermî de têkeve meriyetê. Li gorî daxuyaniyê tawanên teror yek ji wan tawanan e ku nakeve ber efûya giştî.

Bi heman mijarî:

Yûnanistanê daxwaza efûya deynan li YEyê kir
Li Iraqê ‘efûya giştî' hate ragihandin
Esadî biryarnameya efûya giştî pesend kir
Li Efrînê efûya giştî hate ragihandin
Beşar Esad efûya giştî îlan kir
Kantona Cizîrê efûya giştî derxist
Etîketan:
Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê, Nezîre Korye, Ebdulkerîm Sek, Perwîn Mihemed Emîn, Hekem Xelo, Kantona Cizîrê, Amûdê, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de