12:40 25 Adar 2017
Zindî
    Şervanê HSDê

    Parlamenterê rûs: Tevlîbûna kurdan a Reqqayê bibe pirsgirêk di nava tirk û Amerîkayê de

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 5140

    Parlamenterê Duma û endamê grûba dostanî ya Sûriyeyê Sergey Gavrîlov ragihand ku tevlîbûna kurdan a operasyona Reqqayê wê pirsgirêkê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de derxîne.

    Sergey Gavrîlov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku fikra rizgarkirina bajarê Reqqayê ji terefê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe ya Amerîkayê be û ev wê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bibe sedema gengeşiyê.

    Gavrîlov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî nêrîna min ev bi pirsgirêka mezin a Mûsilê re eleqedar e. Digel ku artêşa Sûriyeyê ya fermî di demsala bihar û havînê de dikare operasyona rizgarkirina Reqqayê bike jî Amerîka dixwaze kurdan jî tevlî operasyonê bike û bi texmîna min ev dê bibe sedema gengeşî ya navbera Tirkiye û Amerîkayê."

    Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo di axaftina xwe de gotibû: "Operasyona rizgarkirina Reqqayê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê wê di nîvê meha nîsanê de were destpêkirin û her çiqas Tirkiye li dijî operasyonê derkeve jî wê YPG di operasyonê de cih bigire.

    Bi heman mijarî:

    Piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê derê bimîne?
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    Çavuşoglu: El Bab temam e, di rêzê de jî Reqqa heye
    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: "Reqqa û Minbiç ne alternatîfê hev in"
    Erdogan: Piştî Babê hedef Minbic û Reqqa ye
    Etîketan:
    Parlamenterê Duma û endamê grûba dostanî ya Sûriyeyê, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sîpan Hemo, Sergey Gavrîlov, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de