17:11 23 Adar 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li ber tankeke Tirkiyeyê di dema kolandina gora sultanê Osmanî li nêzîkî gundê Eşmeyê

    YPG dîroka operasyona Reqqayê ragihand

    © AP Photo/ Mursel Coban, Depo Photos
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 13051

    Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku bi tevî nerazîbûna Tirkiyeyê dê operasyona rizgarkirina Reqayê bi piştgiriya Amerîkayê di meha Nîsanê de dest pê bike.

    Fermandarê YPGê Sîpan Hemo ji medyaya Brîtanyayê re axivî û eşkere kir ku dema şerê azadkirina Reqayê hatiye destnîşankirin û got; "Di destpêka meha Nîsanê de dê operasyon dest pê bike. Li gorî pêşbîniyên me şerê Reqayê ji çend hefteyan derbas nake."

    Hemo diyar kir, ku Tirkiye ji vê rewşê nerazî ye lê bi tevî vê yekê dê bi piştgiriya Amerîkayê operasyone bidin destpêkirin.

    Herwiha dewleta tirk naxweze ku YPG beşdarî operasyona rizgar kirina Reqayê bibe li ser vê mijarê jî bi Amerîkayê re bi berdewamî di nav danûstandinan de ne.

    Lê Berdevkê hevpeymaniya Navdewletî John Dorrian di vê mijarê de di rojên borî de destnîşan kiribû ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê YPG dike dê beşdarî operasyona Reqayê bibin.

    Bajarê Reqayê dikeve bakûrê rojhilatê Sûriyê û di sala 2013ê de kete bi kontrola rêxistina DAIŞê. Rêxistina DAIŞê ev bajêr ji xwe re weke "paytexta xîlafetê" îlan kiriye.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Raporta NYyê derewên Tirkiyeyê derxistin holê
    Merasîma oxirkirinê ji bo 7 şervanên YPG hat çêkirin
    Di navbera YPG û ASAyê de pevçûn: 9 endamên ASAyê birîndar bûn
    YPG: Fermandarekî me li Reqqayê jiyana xwe ji dest da
    YPG: Artêşa tirk di mehên rêbendan û sibatê de 89 caran êrîşî Rojava kir
    YPG: Tirkiye bi firokeyê êrişî hin herêmên Rojava kir
    Etîketan:
    dest pê kirin, operasyon, DAIŞ, YPG
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de