01:39 18 Mijdar 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Ti şika me tune ye ku balafirên DYAyê li terorîstên El Cînahê da ye

    Sputnik
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 1731

    Berdevke Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, destnîşan kir ku ti şika wan jê tune ye ku artêşa DYAyê li terorîstên gundê El Cînah a bi ser Idlibê daye.

    İgor Konaşenkov
    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Zaxarova di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: ‘Divê teqez tiştên ku li El Cînahê qewimî, hedefên ku hatine bombebarandin û derbarê kesên ku hatine kuştin de, lêkolînek bê kirin. Weke prensîb şika me jê tune ye ku DYA li terorîstan daye.'

    ‘GER ÎDIAYÊN KU DERBARÊ HEJMARA MIRIYAN RAST BE…'

    Zaxarova amaje kir ku ew dixwazin îdiayên ku dibêjin gelek kes mirine bên teyîdkirin û aliyên ku li dijî terorê şer dikin din ava hevkariyeke xurt de bin.

    LI EL CÎNAHÊ ÇI QEWIMÎBÛ?

    Fermandariya Navendî a DYAyê(CENTOM), diyar kir ku wan li Idlibê li navendeke ku endamên el Qaîdeyê lê civiyane dane. Lê çavdêrên navnetewî diyar kirin ku di êrişa li gundê el Cînahê bêhtir sivîl hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Hat îdiakirin ku DYAyê li Idlibê li Heyva Sor a Sûriyê daye
    Gerasîmov: "Balafirên Amerîka li Idlibê zêdetirî 20 sivîl kuştin"
    Sererkaniya Rûsyayê: Me 6.674 milîtan ji Şamê birin Idlibê
    Rûsyayê îdiayên 'Idlibê' derewandin
    Etîketan:
    hejmara miriyan, şer, êrişa centomê, idlib
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de