23:17 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Endamekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    Fermandarê ASAyê: Li Minbicê kî hebe bila hebe, em ê Minbicê bistînin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 14744

    Ji bo girtina bajarê Minbicê yê ku leşkerên Amerîkayê û leşkerên Artêşa Sûriyeyê lê hatine bicihkirin, komên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ên ku ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, amadehiyan dikin. Fermandarê Tumena Siltan Mûrad a girêdayî ASAyê Ahmed Osman diyar kir ku kî li Minbicê hebe bila hebe, ew ê wira bigirin û got wan heta niha 4 gund girtine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ASAyê hatine bidestxistin komên ASA yên di operasyona Mertalê Firatê de cih digirin, dixwazin Minbicê ji destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ku serpereştiya wê YPGê dike, bigirin.

    Di rojên borî de ji bo Tirkiye û ASA êrîşê nebin ser Minbicê nêzîkî 500 leşkerên Amerîkayê bi wesayitên zirxî li gundên bakurê Minbicê hatibûn bicihkirin û her wiha HSDê jî 6 gundên li rojavayê Minbicê radestî leşkerên girêdayî Artêşa Sûriyeyê kiribûn.

    Hêzên Sûriya Demokratîk HSD
    © REUTERS/ Rodi Said
    CARINAN DI NAVBERA HSDê Û ASAyê DE PEVÇÛN DIQEWIMIN Û TIRKIYE JÎ HSDÊ TOPBARAN DIKE

    Her çi qas Amerîka û Artêşa Sûriyeyê ji bo ji HSDê re bibin mertal, li bakur û rojavayê bajarê Minbicê xwe bicihkirin jî ASA û Tirkiyeyê di warê girtina bajêr de bi israr in. Carinan di navbera HSDê û ASAya ku ji aliyê rojhilatê El Babê ve êrîş birin ser gundên rojavayê Minbicê de pevçûn diqewimin û Tirkiye jî sengerên HSDê dide ber topan.

    Fermandarê Tumena Siltan Mûrad a girêdayî ASAyê mîralay Ahmed Osman di derbarê Minbicê de ji bo Sputnikê axivî.

    Osman diyar kir ku pevçûnên li herêma Minbicê hêj berdewam dikin û wisa axivî: "Em şerê xwe berdewam dikin. Di navbera me û Minbicê hêj gelek gund hene. Piştî girtina El Babê, me heta niha 4 gund ji PKKê (YPG) girtin. Operasyona mezin a li hemberî Minbicê wê kengî bibe, ez di derbarê wê mijarê nikarim tiştekî eşkere bibêjim. Tirkiye jî bi me re ye."

    ‘JI NIHA Û PÊ DE OPERASYON WÊ LI DIJÎ MINBICÊ BE AN REQQAYÊ BE, EM HEVDÎTINAN DIMEŞÎNIN'

    Osman wisa berdewam kir: "Ji niha û pê de operasyon wê li dijî Minbicê be an Reqqayê be, em ji bo vê yekê hevdîtinan dimeşînin. Em ji Tirkiyeyê li bende agahiyê ne. Lê em ji bo Minbicê jî ji bo Reqqayê jî amade ne."

    Fermandarê ASAyê Osman derbirî ku li Minbicê kî hebe bila hebe ew ê Minbicê bigirin û wiha berdewam kir: "Dixwaze bila DAIŞ be, dixwaze rejim be dixwaze jî bila PKK be, kî li wir be ji bo xem nake. Em ê wir (Minbicê) bigirin."

    Osman di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku leşkerên Amerîkayê ji bo piştgiriyê bidin HSDê li Minbicê hatine bicihkirin.

    Minbica ku serjimara wê 80 hezar in, di sala 2012an de ket destê ASAyê, di sala 2014an de ket destê DAIŞê û HSDê di 12ê Tebaxa 2016an de ew ji DAIŞê girtibû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Li Minbicê Rêveberiya Xweser hat ragihandin
    Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
    Amerîkayê leşker û wesayîtên zirxî yên nû şandin Minbicê
    Erdogan ji bo Minbicê: Em ji hevpeymanê hevkariyê dixwazin
    Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî Minbicê kirin
    Etîketan:
    Fermandarê Tumena Siltan Mûrad, Ahmed Osman, Sûriye, Reqqa, El Bab, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de