02:57 20 Mijdar 2017
Zindî
    hsd-qsd

    HSDê di nava 10 rojan de 16 gund rizgar kirin

    © AFP 2017/ Delil souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 4420

    Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di nava 10 rojan de, 16 gund, rêya stratejîk a Reqqa û Dêra Zorê ji destê DAIŞê rizgar kirin û li gundewarên rojhilatê Reqqayê, 62 km pêşve çûn.

    Pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî re ku di 5ê adarê careke din dest pê kiribû didome. Şervanên HSDê bi vê pengavê armanc dikin ku hemû rêyên di navbera Reqqayê û Dêrezorê de ji terorîstên DAIŞê bigirin. Rizgarkirina herêmên li ser çemê Firatê di heman demî de rê li ber dorpêçkirina temamê bajarê Reqqayê ye vedike.

    16 GUND Û MEZRA HATIN RIZGARKIRIN

    Li gorî nûçeya ANHAyê Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di nava 10 rojan de, 16 gund li derdorên rojhilatê Reqqayê û bakûrê rojavayê Dêrezorê, rizgar kirine. Navê gundên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ev in: ″Cib El-Xelîl, El-Himêş, El-Sefer, Hişohal Minasra, Rîda, Bîr Hisên, Emo, Refiye, Kobar, Cezera, Ebulmetnî, Mihemed El Eyaş, El Kecla, Metab, El Hecac, Meşhûra û Kas Icêl″ û mezraya El-Widyan. HSDê ragihand gelek DAIŞê di van çalakiyan de hatine bêbandorkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Amerîkî: Operasyona Reqa û Mûsilê dibe ku 2 salan bajo
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    REQA - 250 leşkerên Amerîkayê derbasî Sûriyeyê bûn
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    REQA - 70 terorîst hatin kuştin û birîndar bun!
    Bexdadî biryara rêya Reqa û Mûsilê da
    Etîketan:
    HSD, DAIŞ, El-Kecla, Reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de