Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2018an

Bilêtên pêşbirka Spanya-Portekîzê ya Kûpaya Cîhanê ji niha de qediyan

© Sputnik / Natalya Seliverstova
Soçî
Lînkê kurt
0 0 0

Beriya destpêkirina Kûpaya Cîhanê ya 2018an ku dê li Rûsyayê bê lidarxistin bilêtên hin pêşbirkan qediyan. Herwiha bilêtên pêşbirka Spanya-Portekîzê ku dê li stada 45 hezar kesî bê lîstin xillasbûn. Piraniya bilêtan ji aliyê hemwelatiyên amerîkî ve hatine kirîn.

Hat rihandin ku bilêtên pêşbirka Spanya-Portekîzê xilasbune û piraniya bilêtan ji DYAyê ve hatine kirîn. Dîrektorê stadyûma `Fişt` ya bajarê Soçiyê Olêg Truşkîn ji serokê FIFAyê Cannî Înfantîno re li ser firotana piraniya bilêtên pêşbirka Şampiyona Cîhanê ya futbolê ku di navbera tîmên milî ya Spanya û Portekîzê ya kû roja 15ê Pûşberê bê lîstin de vegot.

Di encama serdana stadyûmê de tevî serokê dewleta Rûsyayê Valdimîr Pûtîn, Înfantîno pirsiyar kir ka kîjan ji maçan yekemîn di stadyûma havborî dê lidarkeve. Trûşkîn got: `Pêşbirka Spanya-Portekîz. Bîletên vê maçê êdî nemane. Tê derxin kî herî zêde bîletên vê pêşbirkê kirîne? Belê, yên amerîkî.'

Stadyûma Soçî xwedîkapasîteya 45 hezar kesî ye, ji wan 42 hezar cîh di bernamaya bîlêtên Şampiyontiya Cîhanê ya FÎFAyê derketibûn firotinê.

Bi heman mijarî:

Peskov: Pûtîn dê pêşbirka ewil a Kûpaya Cîhanê temaşe bike
Putin: Divê di birêvebirina Kûpaya Cîhanê de em balê bikişînin ser ewlehiyê
Serokê FIFAyê: Di warê amadekariyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an de nêrînên pisporan erênî ne
Etîketan:
tûrnûva, 45 hezar alîgir, kûpaya cîhanê, Truşkîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de