Zabiyaka

Zabiyaka dê encamên pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an texmîn bike

© Foto: Conta oficial do Twitter da cidade russa de Samara
Samara
Lînkê kurt
0 0 0

Nişteciha Bexçeyên Ajalana a Samarayê bizina bi navê Zabiyaka dê encamên pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an texmîn bike.

Ajala ku dê encamên pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an texmîn bike bi pişkê hat diyarkirin. Bizina Zabiyaka di dengdanê de rovî Richard, mirîşk Aysedrova, hêştir Lexus, sivor Coco, piton Murzik, meymûn Simon li dû xwe hiştin û hat bijartin.

Qasidê Kûpaya Cîhanê Sergey Voytenko ji bo kahînê nû dîplomayeke tayet û madalyonek peşkeş kir.

Midûrê Bexçeyê Ajalan Dmitriy Kazandayev, " Zabiyaka 2 salî ye û amadeya wezîfeya xwe ya kahîntiyê bicih bîne."

Zabiyaka heta şampiyonayê dê di bin kontrola muayeneya veterîneran de be, bi awayakî asayê dê were dermankirin û êmê wê dê were zêdekirin.

Bi heman mijarî:

Navenda dîrokî ji bo kupaya cîhanê tê amadekirin
Li Samarayê dema Kupaya Cîhanê dê akol bê qedexekirin
Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
Li Yekaterinburgê ji bo Kupaya Cîhanyê ya FIFA 2018an erdgilorên taybet hatine hilberîn
Etîketan:
Kahîn, Pêşbirkên Kûpya Cîhanê, Zabiyaka, Dîploma, Samara
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de