04:58 20 Hezîran 2018
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

Peskov: Dixwazin li Sûriyeyê gengeşî kêm bibe, lê eleqeya vê bi Kupaya Cihanê re tuneye

Photo host agency
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe de ragihand ku eleqeya hewldanên me ku dixwazin li Sûriyeyê gengeşî kêm bibe bi Kupaya Cihanê re tuneye.

Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov bersiv da îdîaya çapemeniyê Îsraîlê ku gotibû ‘Rûsyayê Îsraîl jî di nav de bangî welatan kir ku di dema pêşbirka Kupaya Cihanê ya 2018an de fealîyetên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê kêm bikin' û got: "Belê me xwest gengeşî were kêmkirin, lê eleqeya vê bi pêşbirka şampiyonayê ve tuneye."

Rojnameya îsraîlî ya bi nave Israel Hayom di nûçeya xwe de nivîsandibû ku Rûsyayê di dema Kupaya Cihanê de bangî Îsraîl û welatan kir ku fealiyetên leşkerî li Sûriyeyê kêm bikin.

Dmitriy Peskov di civîna çapemeniyê de bersiva îdîayan da û got: "Mijareke ku bi Kupaya Cihanê ve girêdayî be tune ye. Ev banga Rûsyayê wek her car ku bangî welatan ji bo kêmkêkirina gengeşî û çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ye. Rewşeke hesas heye û dibe ev bibe sedema zêdebûna aloziyan."

Bi heman mijarî:

Peskov: 'Mirin' û rabûna Babçenko mîzanseneke xerîb e
Peskov: Ûkrayna ji bo rojnamegeran bûye devereke gelekî bi talûke
Peskov bo avakirina baregeha DYAyê ya li Polonyayê: Rûsya amadeye bersivê bide NATOyê
Peskov: Bi qasî bi jina xwe re diaxivim, ewqas jî bi Erdogan re diaxivim
Peskov: Bi kulîlkan pêşwazîkirina jinan kevneşopiyeke me ye
Etîketan:
Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de