06:59 22 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Bi aştiya li tevahiya nîvgiravê, dê pirsgirêka nukleerê çareser bibe

© REUTERS / Grigory Dukor
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyand ku bo pakijkirina nîvgirava Koreyê ya ji nukleerê, pêwistî bi demek dûdirej re heye û divê belgeyên di navbera DYA û Koreya Bakur de hatiye îmzekirin jî bên lêkolînkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê pakijkirina nîvgirava koreyê ya ji nukleerê de axivî û got ku çareserkirina nukleerê, tenê bi pakijkirina Koreya Bakur pêk nayê, divê tevahiya nîvgiravê ji nukleerê bê pakijkirin. Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Yunanistanê Nikos Kocyas, di civîna çapemeniyê de axivî û encamên hevdîtina di navbera serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un de nirxand.

Lavrov eşkere kir ku belgeya ku hatiye îmzekirin di asta çarçoveyê de ye, bo mutabakata li ser hurgiliyên pirsgirêka nukleerê pêwistî bi demek dûdirêj re heye, divê herdu alî jî sebir bikin. Herwiha Lavrov da zanîn ku pirsgirêka nukleerê tenê di navbera DYAyê û Koreya Bakur de naye çareserkirin, herwiha got em di vê mijarê de bi gûmanin. Divê aştî li tevahiya herêmê bê belavkirin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.

Etîketan:
nîvgirav, herêm, nukleer, Sergey Lavrov, Rusya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de