23:17 21 Hezîran 2018
Alên Koreya Bakur û Amerîkayê

Rûsya: Civîna Trump-Kîm jî da nîşandan ku li Koreyê ji bilî rêbazên siyasî alternatîv tine

© REUTERS / Jonathan Ernst
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlinê Dmitriy peskov got ku civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un piştrast kir ku ji bo çareserkirina rewş li Nîvgirava Koreyî, ti alternatîva çareseriya siyasî tine.

Peskov civîna Trump û Kîmî ya Singapurê nirxand û got, "divê encamên civînê hîn bêtir werin analîzkirin, lê pêkhatina civîneke wiha, tenê destpêkirina diyaloga rasterast bi erênî tê pêşwazîkirin. Encama wê çi be, beşdarî wê yekê dibe ku rageşiya li nîvgiravê were çareserin. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye."

‘DI NAVA SAETEKÊ DE ÇARESERÎ PÊK NAYE'

Peskov da xuyakirin k udi şert û mercên wiha zexm de, din ava saetekê de çareserî pêk nayê.

Berdevkê Kremlînê, "Pêkanîn hevdîtinê daxuyaniyên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ên ku digot bo çareserkirina rewş li Nîvgirava Koreyî, ti alternatîva çareseriya siyasî tine ye, pişt rast dike. Tekane rêya çareseriyê diyaloga rasterast e."

 

Bi heman mijarî:

Senatorê rûsî: Hîn ne diyar e bê destkeftiyên civîna Kîm û Trump dewam bikin an na
Lavrov: Moskowayê hîn daxuyaniya lûtkeya Trump û Kîm nedîtiye
Bi weneyan hevdîtina 'tarîxî' ya Trump û Kîm
Etîketan:
Berdevkê Kremlînê, Dmitry Peskov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de