11:12 25 Hezîran 2018
NATO û Rûsya

'NATO hebûna xwe ya Ewropayê berfirehtir bike, em ê bersivê bidin'

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko, derbarê îhtîmala berfirehkirina hêza NATO ya li Ewropayê de got ku Moskow dê di planên xwe de planên NATOyê ji ber çavan derbas bike û hewce bike em ê bersivê jî bidin.

Hefteya borî rayedarên rojavayî daxuyandin ku DYAyê fişar li mutefîkên xwe yên Ewropayê dike ku zêdetir yekîneyên NATOyê yên bo şer yên bi keştî û balafiran li welatên xwe bi cih bikin. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî daxuyandibû û gotibû, ev parçeyekî xwestina NATOyê ye ku hebûna xwe ya li sinôrê Rûsyayê zêdetir bike.

Derbarê mijarê de Aleksandr Gruşko ji rojnamevanan re axivî, "Bê gûman di planên Moskowê yên leşkerî de tevgerên NATOyê dê di ber çavan re bên derbaskirin, di hewcedariyekê de, bo ewlehî û parastina xwe hemû tevdîrên leşkerî û teknîkî em ê bistînin."

Bi heman mijarî:

‘NATO bi lutkeya Kim û Trump kêfxweş e’
Lavrov: NATO herdem li Efxanistanê bi şefafiyet tevnagere
NATO di derbarê Mibicê daxuyanî da
'NATO li hemberî Rûsyayê dê bi hezaran leşkeran bişîne rojhilatê Ewropayê'
NATO: Em Îsraîlê li hember Îranê naparêzin
Etîketan:
yekîne, sînor, muetefîk, Aleksandr Gruşko, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de