09:47 19 Hezîran 2018
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

Lavrov: Em hêvî dikin, reqabeteke adil di nav Herka Tirkî û Korîdora Gaza Başûrî de çêbibe

© Sputnik / Grigory Sysoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku hêvî dikin, reqabeteke adil di navbera Herka Tirkî û Korîdora Gaza Başûr de çêbibe.

Lavrov li Moskowayê bi Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kocyasî re civiya û piştî civînê herdu wezîran civîneke çapemeniyê li dar xist, Lavrovî got, "Rûsya herdem amade ye bi hilberînerên din û rêgehên di çarçoveya Korîdora Gaza Başûrî de reqabetê bike. Tiştê giring ew e ku e v reqabet adil û biniyeteke baş be."

Vekirina Korîdora Gaza Başûrî ya ji du pêgeha Şahdenizê, Xeta Boriya Başûrê KafkasyayÊ, Xeta Boriya Gaza Suriştî ya Anadoluyê ya Transê(TANAP) û Xeta Boriya Adriyatîk-Transê(TAP) pêk tê 29ê Gulanê li Bakuyê pêk hatibû.

"DIVÊ EWROPA MISOGERIYAN BIDE"

Herwiha Lavrovî di vê civînê de peyameke têkilîdarî Herka Tirkî da Ewropayê jî.

"Eger welatên YEyê dixwazin di ser Herka Tirkî re gazê bikirin, divê Konseya Ewropayê di mijara piştgirtinê de misogeriyeke sed ji sedî bide" û xwest ku Ewropa, eger vî tiştî neke, destwerdanê di pêvajoya biryardana t3ekilîdarî projeya xeta boriyê neke.

Bi heman mijarî:

Gazprom: "Ji bo Herka Tirkî wê grûba xebatê were avakirin"
Rûsya: "Em niha li ser avakirina du milên projeya Herka Tirkî disekinin"
Gazprom: "Tirkiye dixwaze bi ‘Herka Tirkî' xazê sewkî Ewropayê bike"
Gazprom: "Ji bo înşaeta Herka Tirkî me destur stand"
Dvorkovîç: "Îtalyan jî bi Herka Tirkî re eleqedar dibin"
Etîketan:
Nikos Kocyas, Sergey Lavrov, Yûnanistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de