19:04 23 Hezîran 2018
Vladimir Putin

Putin ji bo siberoja Rûsyayê got: Her tişt dê xweş be

© REUTERS / Sergei Karpukhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got, siberoja Rûsyayê ji aliye mirovên zîrek û bi qebiliyet tê mîsogerkirin û her tişt dê gelekî xweş be.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin di 12ê Hezîranê Roja Rûsyayê de ji bo navên girîng ên Rûsyayê xelat peşkeş kirin.

Putin di rêûresmê de axivî û got, "Îro, Roja Rûsyayê ye. Em her yek bêguman siberoja welatê xwe, siberoja nîştimanê xwe difikirin. Bingeha siberojê ji îro vê tê çêkirin. En bingeh, ji aliyê mirovên zîrek, nuwaze û bi qebiliyet ve tê çêkirin. Wekî kesên ku me ew xelat kirin, heta ku mîmarên wisa hebin, em dibînin ku ev siberoj tê mîsogerkirin. Her tişt dê xweş be."

LI RÛSYAYÊ KEVNEŞOPIYEK E

Wekî kevneşopiyekê di Roja Rûsyayê de di gelek qadên wekî zanistî, perwerdehî, çand û huner û gelek qadên din de ji bo navên serkeftiyên girîng bi dest xistine, xelat tên dayîn.

Îsal di warê xebatên beşerî de Seroka Muzeya Hunerên Bedew ya Aleksandr Puşkin Irina Antonova bû xwediyê xelatê.

Di warê zanistî û teknolojiyê de ji Akademiya Zanistiyên Rûsyayê Mihail Alfimov, Sergey Gromov û Aleksandr Çibisov, Endokrinologê Wezareta Tenduristiyê Ivan Dedov û biyolog Yevgeniy Rogayev xelat wergirtin.

Di warê çand û hunerê de jî Midura Muzeya Cîhanê ya Kaliningradê Svetlana Sivkova, Derhênerê Hunerê yê Akademiya Filarmoniyê ya St. Petersburgê Yuri Şostakoviç Temirkanov û Derhênerê Hunerê yê Şanoya Baleyê ya Akademiya St. Petersburgê Boris Ayfman xelat wegirtin.

Roja 12ê Hezîrana 1990a ya ku parlamentoya Komara Sosyalîst a Sovyeta Federal a Rûsyayê serweriya xwe ji Yekîtya Sovyetan ragihand wekî ‘Roja Rûsyayê' tê pîrozkirin.

Ev roj ji sala 2002ya û vir ve wekî cejna fermî tê pîrozkirin.

Bi heman mijarî:

Şêwirmendê Barzanî: Divê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê girîngiyê bide daxuyaniyên Putin
WSJ: Koşka Spî ji bo hevdîtina Putin û Trump amadehiyan dike
Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
Putin ji bo edîtorê Bloombergê got: Provokator
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de