05:48 21 Hezîran 2018
Donald Trump û Kim Jong un

Senatorê rûsî: Hîn ne diyar e bê destkeftiyên civîna Kîm û Trump dewam bikin an na

© REUTERS / Kevin Lim/The Straits Times
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorê rûs Konstanîn Kosaçev diyar kir ku piştî lûtkeya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong unî ya Singapûrê, ti misogerî tine ne ku xebat ji bo zêdekirina serkeftinan tine ye û di vê mijarê de rola civaka navdewletî giring e.

Kosaçev li ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê mijarê de nivîsî û got," ti misogerî tine ku alî dê demildest lê bixebitin ku serkeftinên li Singapûrê bi pêş de bixin. Daxuyaniya Trumpî ku pêvajoya nehiştina çekên Nûkleerî li Nîvgirava Koreyê dê gelekî gelekî zû destpê bike ji rastiyê zêdetir, daxwazek e."

Herwiha Kosaçevî got, divê guman nerdin ser civîna aliyên ku heta demeke nêz neyar bûn û îro pesnê hev didin.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Kosaçevî got, "rola civaka navdewletî li vir giring e. wek mijara Îranê, aktorên sereke yên cîhanê heman reftarê nîşan bidin, divê hersu serok sozên xwe bînin cî û wê bibin bi pêş de. Tiştê herî giring ê ku divê aliyên din bikin, ev e."

Bi heman mijarî:

Pompeo: Em ê pêşniyareke bêhempa li Koreya Bakûr bikin
Serokê Koreya Bakur ji bo lutkeya dîrokî li Sîngapûrê ye
Pompeo: Koreya Bakur dixwaze xwe ji çekên nûkleerî paqij bike
Pûtîn: Fikra ku dê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê şerek derkeve, dilê mirov dixelîne
Trump ragihand: Lutkeya Koreya Bakur 12ê Hezîranê li Sîngapûrê tê lidarxistin
Lavrov: Peymanên Amerîka û Koreya Bakur divê berjwendiyên hemû aliyan bigirin ber çavan
Lavrov li Koreya Bakur bi Kîm re hevdîtinek pêk anî
Koreya Başûr: Kîm ji bo lûtkeya li gel Trumpî re li ser soza xwe ye
Etîketan:
Konstantîn Kosaçev, Kim jong un, Donald Trump, Amerîka, Rûsya, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de