20:20 20 Hezîran 2018
Sergey Ryabkov

Ryabkov: Em ê bersiva dijî berfirihekirina mueyîdeyên DYAyê bidin

BRICS Photohost
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, daxuyand ku dê bersiva berfirehkirina mueyîdeyên DYAyê bidin. Li gor daxuyaniya Wezareta Xezîneya DYAyê ji Rûsyayê 3 hemwelatî û 5 sazî, di çarçoveya li dijî neyarên DYAyê ve, xistin lîsteya mueyîdeyan.

Piştî ku Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) 3 hemwelatî û 5 saziyên rûs xist lîsteya mueyîdeyan, Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ji Sputnikê re axivî got ku li dijî mueyîdayen dê tevdîr bên stendin û dê bên pejirandin. Ryabkov, "Mueyîde dê di ber çavan re bên derbaskirin, di rewşên wisa de nestendina tevdîrên dijî mueyîdeyan ne pêkan e. Bi ser de jî hemwelatiyên rûs xistine lîsteyê. Lewre ji ber vê rewşê bê gûman tevdîr wê bên stendin û em ê kesên ku xwedî fikir û helwesta dijî Rûsyayê de bin, hilbijêrin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Xezîneya DYAyê ji Rûsyayê 3 hemwelatî û 5 sazî, di çarçoveya li dijî neyarên DYAyê ve, xistin lîsteya mueyîdeyan. Kesên ku ketin lîsteyê Oleg Çirikov, Vladimir Kaganskiy u Aleksandr Tribun e. Saziyen ku ketin lîsteya mueyîdeyan Digital Security, Divetechnoservices, Embedi, ERPScan û Enstîtuya Lêkolînê ya Zanista Kvant.

Bi heman mijarî:

Gelo partiyên dijberiyê êdî dikarin alternatîvan ji Erdoganî re derxin?
‘Ti partiyeke iraqî nikare beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe’
Îtalyayê hêzên leşkerî bo piştgiriya HSDê şandin
Fermandarê YNKê: Goran him dixwaze pêşmerge werin tunekirin him jî hêzeke çekdar ava dike
Etîketan:
lîste, hemwelatî, mueyîde, Sergey Ryabkov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de