09:48 23 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

Rûsya ji bo lûtkeya Trump û Kîmî: Erênî ye lê dibe şeytaniyek tê de hebe

© REUTERS / Kevin Lim/The Straits Times
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got, encamên lûtkeya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un erênî dibînin lê dibe şeytaniyek tê de hebe.

Ryabkov derbarê lûkteya navbera Trump û Kîmî ya li Singaporayê bi rê ve çûbû de hinek daxuyanî dan û got, ku ew lezandina ku lûtkeyê daye çareseriya li nîvgirava Koreyî erênî dibînin lê divê li hêviya hûrgiliyên wê rêkeftinê bin.

Herwiha Ryabkovî got, "ne pêkan e ku em ji gaveke ber bi pêş ve de ne kêfxweş bin. Lê şeytanî di hûrgiliyan de veşartî de ye û divê em rêkeftinê bi awayekî berbiçav bibînin. Lê bi qasî min fêm kir, pêvajo lezandiye."

Rayedarê rûs diyar kir ku wek Rûsya  dipên ku formata şeşalî(Koreya Bakur, Koreya Başûr, Rûsya, Çîn, Japonya û Amerîka) ya gotûbêjan dîsa were xwestin û piştgiriyê bide bidestxistina encamên berbiçav û wiha dewam kir: Em difikirin ku ew dem dê were ku dostên me yên çînî û aliyên din ên gotûbêjên şeşalî bi hev re dîsa vê formatê bixwazin û em ji bo encaman jî li ser xebatê berdewam bin".

Ryabkov diyar kir ku Moskowa herdem bi Kêfxweşî pêşwazî li wan gavên ku çekên nûkleerî ji Nîcgirava Koreyî rakin kiriye û wiha dewam kir: "Rûsya wek berê dê li ser piştgirtina çareseriyên siyasî, entelektuel, sepanbar û afirîner ji bo kêşeyên ku di dema borî de kom bûne berdewam be."

Ji aliyê din ve, Parlamenterê beşê jêrîn ê Parlamentoya Rûsyayê Yûriy Şvitkînî got, "Em bi erênî pêşwaziya civîna navbera Kim Jong-un û Trumpî dikin. Lê di heman demê de em bawer dikin ku civîna carelê û yek lûtke dê encamên hêja bi xwe re neyênin."

Alîkarê Serokê Konseya Federasyonê ya beşa jorîn a Parlamentoya Rûsyayê Vladîmîr Cabarov jî got ku Moskow jî amade ye ku pêvajoya nehiştina çekên nûkleerî li Koreya Bakur û Nîvgrava Koreyî bibe. Cabarovî got," Rûsya amade ye ku anîna aştiyê bo Nîvgirava Koreyî bilezîne. Divê nehiştina çekan di navbera 6 gotûbêjkaran de pêk were. Pyonyang misogeriya civaka navdewletî dixwaze û pêşî ji Amerîkayê."

Bi heman mijarî:

Koreya Bakûr ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re guftûgoyên bi Koreya Başûr re rawestand
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Etîketan:
Sergey Ryabkov, Ryabkov, Çîn, Japonya, Amerîka, Koreya Bakur, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de