00:36 18 Hezîran 2018
Vladimir Putin

Pûtîn derbarê hewla derbeyî de axivî: Bi awayekî hemdem ez nikarîbûm li herdu aliyan bûma

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn derbarê hewla derbeyê ya sala 1991ê axivî û diyar kir ku wê demê li Şaredariya Lenîngradê di Komîteya Karûbarên Derve de dixeibitî, bi danezaneke destjikarberana xwe xwesitibû. Pûtîn di belgefîlmê jiyana şaredarê St. Petersburgê ‘Doza Sobçak' de behsa vê bîranîna xwe kir.

Pûtîn ê ku wê demê endamekî KGBê bû li Lenîngradê (bi navê xwe yê îro St. Petersburg) kar dikir, wiha behsa serpêhatiyeke xwe ya dema derbeyê kir: "Wê demê ez ji bo Anatoliy Sobçak dixebitim û Sobçak alîgirê hikûmetê, (Boris) Yeltsen bû. Ji aliyê din ve hewla derbeyê hebû û hêzên ewlehiyê li aliyê hewilkarên derbeyê bûn. Bi awayekî hemdêm ez nikaribûm li herdu aliyan bûma. Mina biryara xwe dabû."

Pûtîn eşkere kir ku wê demê ji bo wî ya herî rast destjikarberdan bû û li hember vê daxwaza wî Sobçak jê re gotibû, "Baş e, çawa dixwazî wiha bike."

Pûtîn herwiha bibîr xist ku paşê Serokê KGBê Vladimîr Kyruçkov telefonî wî kiriye. Pûtîn got, ez li bendê bûm Kryuçkov,Sobçak bişîne dûrtirîn deverê lê dijberî wê di nava çend rojan de danezana min a destjikarberdanê îmze kiribû.

Bi heman mijarî:

Pûtîn bi Poroşenko re li ser mijara Vişinskiy axivî
Pûtîn: Hevkariya Şam, Moskow, Enqere û Tehranê li Sûriyeyê serkeftinên girîng anîn
Pûtîn xwarinên Çînê çêkirin
Pûtîn bersiva Trump a ‘Divê Rûsya jî di G7an de hebe’ da: Yên jê derketin ne em bûn
Etîketan:
Bîranîn, hewla derbeyê, belgefîlme, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de