20:24 20 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Zîrweya Normandiyayê bi fêde bû

© REUTERS / Djordje Kojadinovic
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de rgaihand ku civîna Wezîrên Derve yên Çarekên Normandiyayê hemû pirsgirêk çareser nekiribin jî bi fêde bû.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Almanyayê di axaftina xwe ya piştî civîna Wezîrên Derve yê zîrweya Çarekên Normandiyayê (Rûsya, Ukrayna, Almanya û Fransa) de got: "Helbet ji bo em peymana Minskê têxin meriyetê me hemû pirsgirêkên navxweyî yên Ukraynayê çareser nekirin. Lê dizanim ku ev hevdîtin pir bi fêde bû."

Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di civînê de me gavên normalîzebûna rewşa ewlehî ya herêma rojhilatê Ukraynayê ya Donbassê nirxand. Serokê welatên Normandiyaya Çarek di Cotmeha 2016an de li hev kiribûn ku li sê heremên niştecih wê hêz werin vekişandin, lê ev hê jî bicih nehatiye."

Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di hevdîtina îro de me mijara li herêma Donbassê bicihkirina mîsyona hêza Aştî ya Neteweyên Yekbûyî nirxand. Di vê babetê de helwesta Rûsyayê pir zelal e. Pêşniyara me ku sala borî di meha îlonê de me pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya çavdêrên AGITê hê jî derbas dibe. Hevkarên me yên amerîkî niha fikrên ku hê neketine kaxezê davînin holê."

Bi heman mijarî:

Hevdîtina çaraliyên Normandiyayê bidawî bû
Lûtkeya Çaralî ya Normandiyayê dest pê kir
Lavrov ji bo civîna çaralî ya Normandiyayê diçe Berlînê
Pûtîn sibê li Berlînê tevlî zîrweya ‘Normandiyayê' dibe
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Almanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de