09:51 19 Hezîran 2018
Aleksey Puşkov

Senatorê rûsî Puşkov: Ewropa bûye qurbanê fişara Amerîkayê ya ser Rûsyayê

© Sputnik / Evgeny Biyatov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorê rûsî Aleksey Puşkov diyar kir ku welatên Ewropayê bûne qurbanê polîtîkaya fişara Amerîkayê ya bi ser Rûsyayê de.

Serokê Komisyona Konseya Federasyona Enformasyonê Aleksey Puşkov di axaftina xwe ya Navenda Çand û Zanista Rûsî ya Parîsê de got, "Ewropa parçeyek ji hêza polîtîk a ku piştgiriya fişara siyasî ya Amerîkayê li hember Rûsyayayê dike bû. Lê belê Ewropa di heman demê de bû qurbanê vê polîtîkayê."

Senatorê rûsî bal kişand ser kêmbûna rêjeya bazirganî ya Ewropayê bi Rûsyayê re û destnîşan kir, Amerîka bi vê zêde tiştekî winda nake, lê welatên ewropî bi rêjeyeke zêde di karê bazirganî yên bi Rûsyayê re de xisirî ne.

Puşkov herwiha got ku Ewropa êdî ji ber helwestgirtina li hemberê Rûsyayê westiyaye.

Bi heman mijarî:

Ciwan Haco ji bo albuma nû spasî kir: Min xwest li halê we bipirsim!
Ji Mattis daxuyaniya Minbicê: Heyet li Almanyayê dicivin
NY: Li Sûriyeyê di 4 mehan de nêzî milyonek kes koçber bûn
Nivîsa tiwaletê balafira bi 214 rêwiyan anî xwar
Barzanî: Dengên PDKê bi qest hatin şewitandin
Hevserokê HDPê Temellî: Çi gefan dixwî bixwe, em bejna xwe natewînin
Etîketan:
Amerîka, Ewropa, Rûsya, Puşkov
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de