19:02 23 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: NATO herdem li Efxanistanê bi şefafiyet tevnagere

© Sputnik / Grigory Sysoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, NATO herdem li Efxanistanê bi awayekî şefaf tevnegeriyaye.

Lavrov li bajarê Almatiyê yê Kazaxistanê li civîna wezîrên derve ya Rêxistina Rêkeftina Ewlekariya Kolektîv(RREK) axift û got, "hemû wezîran destnîşan kiriye ku divê istiqrar di rewşa li Efxanistanê de were dabînkirin û nîgeran in ku milîtanên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê di nav de derbasî bakurê vî welatî bibin anku dest bi damezirandina herêmên asê li wan herêman bikin ku nêzîkî herêma di berpirsyariya RREKê de ye."

Herwiha Lavrovî diyar kir ku dibînin, NATO li Efxanistanê her dem bi şefafiyet tevnagere û parêzgarên hinek herêman radigihînin ku hinek helîkopterên nediyar diçin xalên milîtanan.

Lavrov bal kişand ser wê yekê ku NATO û Amerîka qada hewayî ya Efxanistanê bi temamî kontrol dikin û ne pêkan e ku haya van aliyên navbor ji van helîkopteran tine be.

"RREKÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE BANGA GANÎ"

Wezîrê rûsî diyar kir ku welatên RREKê piştgiriyê didin banga diyaloga rasterast a Serokê Dewleta fxanistanê Eşref Ganî bo Talîbanê kiribû.

Lavrov diyar kir, bi mercê ku girêdayî çareseriya aştiyane bin, divê Talîban bibe beşdarekî rasterast ê pêvajoya siyasî ya li Efxanistanê û bi bîr anî ku demeke dirêj e, Rûsya piştgiriyê dide pêkanîna diyalogê.

Wezîrê rûs bi bîr anî ku Talîbanê hîn bersiv nedaye pêşniyara diyalogê û teqez kir ku di çarçoveya lihevkirina ku wezîrên derve yên RREKê gihiştinê dê li ser xabata ji bo vê berdewam bin.

Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Ganî bi armanca ku şerê ev 16 sal in li welatî dewam dike bi dawî bike û rê li ber gotûbêjên siyasî veke, li Talîbanê pêşniyar kiribû ku wek komeke siyasî ya meşrû were nasîn û  gotibû"hikûmet bêmerc civînên aştiyê li Talîbanê' pêşniyar dike."

Bi heman mijarî:

Ji Hêzên Moşekên Stratejîk yên Rûsyayê pêşbaziyeke leşkerî li dar xistin
Ji Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina bi ENKSê re
Ji pêşbaziya traktoran ya li Rûsyayê dîmenên balkêş
Li Rûsyayê balefir ket, pîlot jiyana xwe ji dest da
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Wezîrê Werzîşê yê Rûsyayê ji bo Vişinskiy serî li Serokê UEFAyê Ceferin da
Medya amerîkî: S-500 hebûneke bêmînak e ji bo Rûsyayê
Etîketan:
NATO, Taliban, DAIŞ, Eşref Ganî, Sergey Lavrov, Iraq, Sûriye, Rûsya, Efxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de