19:14 23 Hezîran 2018
Dêra Zorê

Rûsya: ASA û Amerîka amadekariya provokasyonên êrîşên kîmyewî li Dêra Zorê dikin

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got ku Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) û Amerîka amadekariyên provokasyona êrîşên kîmyewî li Dêra Zorê dike.

Konaşenkovî civîneke çapemeniyê bi rê ve bir û diyar kir ku ASA û Hêzên Operasyonên Taybet ên Amerîkayê amadekariya provokasyona êrîşa kîmyewî li Dêra Zorê dikin û ragihand ku milîtanên ASAyê bermîlên nîtrojenê birine gundekî Dêra Zorê.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku bermîlên tijî klor anîne gundê Heql el Cerfayê da ku îmîtasyona 'êrîşa kîmyewî li dijî sivîlan' bikin û wiha dewam kir: Piştî ku vîdeya mîzansen ji aliyê saziyên medyaya rojavayî ve werin weşandin, hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wê dike dê wek behane were bikaranîn da ku êrîşên moşekî li dijî tesîsên fermî yên Sûriyeyê werin kirin û êrîşên milîtanan ên li rexê rojhilatî yê Firanê li dijî hêzên hikûmetê meşrû bikin."

Konaşenkovî diyar kir ku agahiya amadekariyên provokasyona nû ji sê kanalên serbixwe yên nava Sûriyeyê ve hatine piştrastkirin.

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê êrişa rêya Dêra Zorê û Palmîrayê şikand
Rûsya li Dêra Zorê hezar û 500 mayîn paqij kirin
Suriye: Rûsya li Dêra Zorê dê baregeha leşkerî çêneke
‘Balafirên koalîsyonê bi bombeyên fosforê li Dêra Zorê xistin'
Rûsya: Me li hêzên HSDê yên li Dêra Zorê nexistiye
Rûsya: Şervanên HSDê ji bo Dêra Zorê tên şandin
Piştî şerê DAIŞê dîmenên Dêra Zorê
YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê: Em pêşve diçin û gihîştin têketina bajêr
Etîketan:
ASA, Îgor Konaşenkov, Amerîka, Rûsya, Sûriye, Dêra Zorê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de