13:32 23 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di bernameya Xeta Yekser de

Pûtîn bersiva Trump a ‘Divê Rûsya jî di G7an de hebe’ da: Yên jê derketin ne em bûn

© Sputnik / Mikhail Klementyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bersiv da daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku gotibû, ‘Divê Rûsya jî di G7an de hebe’.

Pûtîn got ku ew dê pê kêfxweş bibin ku endamên G7an (7 welatên aboriya wan pêşketî li cîhanê) li Moskowê pêşwazî bikin û li ser gotina Trump a ‘Hûn bivên nevên divê Rûsya jî di nav G7an de hebe' wiha axivî:

"Dema em werin ser mijara ku G7 dîsa bibe G8… Yê ku jê derketine ne em bûn. Ji ber sedemên malûm hemkarên me nexwestin werin Moskowê. Em dê bi dîtina hemûyan a li Moskowê kêfxweş bibin."

Pûtîn bal kişand ser Rêxistina Hevkariya Şangayê (RHŞ) û got ku ew jî wekî G7an e û heta ne bi qasî G7an dewlemend bin jî ji aliyê mezinahiya aborî ve ji wan hîn mezintir e.

Rûsya sala 2014an piştî ku Kirim bi xwe ve girêdabû ji nav G8an hatibû derxistin û ji wê demê ve wek Lutkeya G7an birêve diçe.

 

Bi heman mijarî:

Ji TSKê daxuyaniya êrîşa asmanî ya ser Qendîlê
Prof. Celîlê Celîl bo ciwanê kurd: Tu dixwazî tirkî bi te re qonişmîş bikim, anlamîş dikî!
Li Qamişlo keç û zavayê Îbrahîm Biro hatin girtin
Şener navên kesên ku bi Erdogan re çûne cem Fethullah Gulen eşkere kir
Esad: Em girîngiyê nadin gefên Amerîkayê yên bo parastina HSDê
Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina dengan daxuyanî da
Etîketan:
Trump, Amerîka, G7, Rûsya, Pûtîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de