08:54 18 Hezîran 2018
Pûtîn û Şi

Surprîza Pûtîn bo serokê Çînê Şi Cinping diyar bû

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di çarçoveya lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şangayê de serdana Çînê kir û beriya niha ku gotibû ez ê diyariyekê diyarî ji Şi Cinping bikim jî eşkerekir. Pûtîn banyoya rûsî diyarî Şi kir.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji çapmeniya Rûsyayê re axivî û got ku Pûtîn banyoya rûs diyarî hempîşeyê xwe yê çînî kiriye. Li gor ragihandina Peskov serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di dema serdana bajarê Tientsin a Çînê de bilêv kiriye ku banyo dê ji herêma Altayan were û ji darên erzê yên xwedî temenê 200 salî wê bê çêkirin. Herwiha Pûtîn hin wêne jî nîşanî Şi dan, ku banyo piştî biqede dê çawa xuya bibe.

Her wiha Pûtîn beriya serdanê ji China Media Groupê re axivî bû û anîbû ziman ku dê diyariyekê diyarî Şi Cinping bike, lê diyarî wek surprîzekê weşartibû.

Bi heman mijarî:

Penaberên Rûkbanê ji hikumeta Sûriyeyê alîkarî xwestin
Ciwanek di bendava Dihokê de xeniqî
Pêşmergeyan êrîşê leşkerên Îranê kir: 9 mirî û 17 birîndar
Pûtîn ji Poroşenko re: Rojnamevanên rûsî demildest berdin
Etîketan:
surprîz, diyarî, vladimîr pûtîn, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de