13:29 23 Hezîran 2018
Pûtîn

Pûtîn ji Poroşenko re: Rojnamevanên rûsî demildest berdin

© Sputnik / Michael Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina bi rêya telefonê ya bi serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko re xwest ku demildest rojnamevanên rûsî yên girtî serbest berde.

Li gor daxuyaniya ji Kremlînê hat dayin de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko li ser daxwaza Kievê îro bi telefonê axaftinek kirine. Pûtîn û Poroşenko di dema axaftinê de guherîna mehkûman jî di nav de demek dirêj li ser mijara mirovî axivîne.

Lîderê rûsî ji Poroşenko xwest ku rojnamevanên li Ûkraynayê girtîne demildest serbest berde. Hat ragihandin ku herdu lîderan li ser mijara rayedarên mafê mirovan ku serdana rojnamevanên li Ûkraynayê û hemwelatiyên Ûkraynayê yên li Rûsyayê girtîne bikin li hev kirine.

Bi heman mijarî:

'Navenda giştî a HDPê û Mustafa Karasu nexwestin tifaqa kurdistanî pêk were'
Kurdistanê ji ber heqaret li jinan kir biryara girtina kanalekê da
Şervanen YPGê herêmeke din rizgar kirin û 14 kîlometroyan nêzî sînorê Iraqê bûn
Pûtîn: Divê diyaloga navbera Rûsya-Îranê zêdetir bibe
Etîketan:
mehkûm, girtî, telefon, hevdîtin, Vladimîr Pûtin, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de