05:11 21 Hezîran 2018
Pûtîn û Rûhanî

Pûtîn: Divê diyaloga navbera Rûsya-Îranê zêdetir bibe

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, destnîşanî vekşîna DYAyê ya ji peymana nukleerê ya bi Îranê re kir û got, "DYA rêzikên peymanê binpe kir, divê diyaloga navbera Rûsya-Îranê zêdetir bibe."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku dê hevdîtina wî ya digel Serokê Amerîkayê Donald Trump avakar be.
© REUTERS / Jorge Silva
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di çarçoveya lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şangayê de, li bajarê Qingdao ya Çînê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re hat ba hev. Di rojeva herdu lîderan de peymana nukleerê, Sûriye û mijarên lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şangayê hebûn. Di dema hevdîtinê de Pûtîn, daxuyand ku piştî vekşîna DYAyê ya ji peymana P5+1 a nukleerê ya bi Îranê re, divê Rûsya-Îran diyaloga di navbera xwe de zêdetir bikin.

Lîderê rûsî, "Vekşîna DYAyê ya ji peymana nukleerê, binpekirina rêzikan bû, di vê çarçoveyê de di navbera herdu dewletên me de (Rûsya-Îran) diyalogên girîng divê pêk werin."

 

Etîketan:
peyman, binpekirin, nukleer, Vladimîr Pûtin, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de