20:29 20 Hezîran 2018
Îgor Konaşenkov

Rûsya: DAIŞ tenê li herêma ku di bin kontrola Amerîkayê de li ber xwe dide

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Parastin ê Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de ragihand ku DAIŞ tenê li herêma ku di bin kontrola Amerîkayê de li ber xwe dide.

Berdevkê Wezareta Parastin ê Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe ya civîna çapemenî de bersiva Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Mattis ku gotibû ‘Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bi alîkariya Rûsya û Îranê felaketeke mezin anî serê xelkê xwe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekane hêz e ku DAIŞê têk bibin' da.

Îgor Konaşenkov di bersiva xwe de got: "Em qewîtiyê li Wezîrê Parastin ê Amerîkayê dikin ku nexşeyeke rewşa Sûriyeyê nîşan dide vekolîne. Li Sûriyeyê milîtanên DAIŞê tenê li herêmên ku di bin kontrola Amerîkayê de ne li ber xwe didin."

‘DAIŞ JI BER ÎHMALA AMERÎKA Û KOALÎSYONÊ BELAV BÛ'

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li hemberî peyvên manîpule yên wezîrê amerîkî Wezareta Parastin a Rûsyayê heyret maye. DAIŞ ji ber şaşî û îhmala Amerîka û koalîsyonê li piraniya Sûriyeyê belav bû."

 

 

Bi heman mijarî:

Konaşenkov: Amerîka peymana Rûsya û NATOyê bin pê dike
Konaşenkov: Pergalên hewayî, baregehên Hmeymim û Tertûsê diparêzin
Konaşenkov: Hemû pisporên leşkerî dizanin ku operasyona Reqqayê ‘geştekê ne hêsan e'
Konaşenkov: Kesên xweşbîn jî bawer nakin ku îsal Mûsil ji DAIŞê bê rizgarkirin
Konaşenkov: Me hêzên xwe yên taybet li Misirê bicih nekir
Konaşenkov: Balafirên rûs li Idlibê nedan
Etîketan:
Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de