09:49 23 Hezîran 2018
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

'Kirimî dê bi misyona çandê bersiva Çavuşoglu bidin'

© AFP 2018 / NICHOLAS KAMM
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Nûnerê Kirimê yê Daîmî yê Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Georgiy Muradov daxuyand ku saziyên civakî yên sivîl ên Kirimê xwe amade dikin ku bi mîsyona çandê bersivê bidin Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu.

Nûnerê Kirimê yê Daîmî Georgiy Muradov ji sputnikê re daxuyaniyên wezîrê tirk Mevlut Çavuşoglu ku gotibû, 'Em dagirkeriya Kirimê nasnakin' ji Sputnikê re nirxand. Muradov, "Saziyên civakî yên sivîl ên Kirimê jî di nav de, li nîvgiravê bo serkeftiyên di çend salên dawî de hatine bidestxistin bi mîsyona çandê dê vebêjin dê biçin Tirkiyeyê. Bo bi çavekî bêalî li mijarê binhêrin, ji bo ku ji hikumeta Tirkiyê û gelên Tirkiyeyê re rewşa rasteqîn a Kirimê vebêjin, dê pêşengehan vekin û çalakiyên çandî li dar bixin."

Muradov eşkere kir ku hikumeta Tirkiyeyê, ji Meclîsa Tatarên Kirimê hin nûnerên tundraw ezimandine û me jî pêwistî bi mîsyona çandê ya saziyên civakî yên sivîl dît.

Etîketan:
nûner, dagirkerî, kirin, daxuyanî, Georgiy Muradov, Kirim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de