09:46 19 Hezîran 2018
Çînê yekem ‘nîşaneya dostaniyê’ da Pûtînî

Çînê yekem ‘nîşaneya dostaniyê' da Pûtînî

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn mezintirîn ‘nîşaneya dostaniyê' hat xelatkirin. Bi vê yekê re Pûtîn bû yekem kesê ku nîşaneya ku welatê Çînê dide biyaniyan wergirt.

Pûtîn di dema serdana xwe ya bo paytexta Çînê Pekînê de ji aliyê Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping ve bi nîşaneya dotaniyê hat xelatkirin.

Şi li civînê li ser egerên dana nîşaneya dostaniyê bo Pûtînî axivî, "Ji wextê diyarkirina nîşaneya dostaniyê ve bo cara yekem xelat bo Pûtîn tê dayîn. Pûtîn ê xwedî hêza dinyewî di heman demê de avakerê peywendiyên rûsî-çînî ye jî. Ji bo bipêşdebirina peywendiyan her dem tê piştgirî tê dan."

‘LI ÇINÊ DI NAVA SEROKÊN DINYAYÊ DE YÊ HERÎ ZÊDE TÊ NASKIRIN Û BO WÔ RÊ TÊ GIRTIN PÛTÎN E'

Serokê çînî wiha dewam kir: "Serokê Dewleta Rûsyayê ji 2000î û vir ve 19 caran serdana Çînê kir. Di nava serokê dinyayê de yê ku herî zêde serdana Çînê kiriye Pûtîn e. Herwiha di nava serokan li Çînê yê herî zêde tê naskirin û bo wî rêz tê girtin Pûtîn e."

Şi herwiha, "Ji bo min Pûtîn yekî qenc û dostekî nêz e."

‘NAVÊ WÎ BI TÎPÊN KÎRÎLÎ HAT NIVÎSANDIN'

Nîşaneya dostaniyê di nava xelatên dewletê de ya ku bo biyaniyên tê dan ya herî payebilind e. Li aliyê paş ê nîşaneya zêrînû şîn navê Pûtînî bi tîpên kîrîlî hat nivîsandin."

‘PEYWENDIYA BI PÊ RE HESAN, JI DIL Û YEKÎ PÊBAWER E'

Di vê navberê de Pûtîn di serdana xwe bo Pekînê ji televizyona çînî re dema behsa Şî kiribû goıtibû ew ‘dostekî min ê baş e" û diyar kiribû û bo serokê çînî gotibû, "peywendiya pê re hesan e, ji dil û yekî pêbawer e'

‘PEYWENDÎ GIHAŞTINE ASTEKE BILIND'

Pûtîn îro piştî civîna xwe ya hevbaş a bi Şî re li ser peywendiyên rûsî û çînî axivîbû û destnîşan kiribû ku ev yek ‘yek ji serekiyêna wan e' û lê zêde kiribû ku ‘peywendiyên wan gihaştine asteke bilind.'

‘RÛSYA DI MIJARA TEDARÎKKIRINA PETROLÊ BO ÇÎNÊ DE DÊ BERDEWAM BE'

Serokê rûsî herwiha teqezî li ser wê yekê kiribû ku peywendiyên wan stratejîk in û l iser esasê rêzgirtin û pêbaweriyê ava bûne. Her dawî Pûtîn diyar kiribû ku Rûsya di mijara tedarîkkirina petrolê bo Çînê de dê berdewam bin û dê îxravcata wan zêdetir bibe.

 

Bi heman mijarî:

Deklarasyoneke hevpar ji Pûtîn û Şî: Ji bo peymana nûkleerî hemû tiştên pêwîst dikin
Pûtîn: Projeyên li Kurdistana Iraqê ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin
Pûtîn: Dibe ku şerê cîhanê yê sêyem çêbibe
Gelo sererkanê Rûsya û DYAyê bo hevdîtina Pûtîn-Trump dicivin?
Pûtîn: Çîn şirîkê me yê herî mezin ê bazirganiya derve ye û dê wisa bimîne
Etîketan:
Xelat, Nîşaneya Dostaniyê, Serokê Dewleta Çînê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Şi Cinping, Vladimîr Pûtîn, Çîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de