05:59 21 Hezîran 2018
Zerdene-İdlib

Rûsya, îdiaya ku balafirên wê li gundekî Idlibê xistine derewand

© AFP 2018 / OMAR HAJ KADOUR
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezarta Berevaniya Rûsyayê îdiayên ku balafirên şer ên Rûsyayê li herêma Idlibê gundê Zerdene bomberan kirine derewand. Wezareta berevaniya rûsî eşkere kir ku li heman herêmê di 24 saetên dawî de di navbera milîtanên El Nûsrayê (El Şam) û rêxistinên din de pevçûnên tund qewimîn.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin, "Îdiayên, Çavdêriya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye û Xûzên Spî, ku gotibûn balafirên şer ên Rûsyayê, şeva 7 Pûşberê gundekî Idlibê bombebaran kirine derewin."

Rayedarên wezareta berevaniya rûsî eşkere kirin ku li gor agahiyên di dest de li heman herêmê di 24 saetên dawî de di navbera milîtanên El Nûsrayê (El Şam) û rêxistinên din de pevçûnên tund qewimîn. dihat îdiakirin ku li Idlibê di bombebarana seranserê şevê de 6 jê zarok 11 jin bi tevahî jî 44 kes mirine, 60 kes jî birîndarbûne.

Etîketan:
bombebaran, şer, pevçûn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de