05:50 21 Hezîran 2018
Vladimir Putin û Şi Cinping

Deklarasyoneke hevpar ji Pûtîn û Şî: Ji bo peymana nûkleerî hemû tiştên pêwîst dikin

© REUTERS / Jason Lee
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînê ku li Pekinê bi Serokê Dewleta Çînê Şi Cinpingî re civiya, deklarasyoneke hevpar û çend belge îmze kirin. Serokan bi taybetî teqezî li ser wê yekê kir ku xebata pêwîst were dewamkirin ku peymana nûkleerî ya li gel Îranê meriyeta xwe dewam bike.

Pûtînê ku ji bo beşdarî Rêxistina Hevkariya Şangayê(RHŞ) ya li bajarê Qingdaoyê yê Çînê bibe serdana Çînê kir û yekem devera ku Pûtîn di serdana xwe ya sê rojan de çûye, paytextê Pekîn bû.

Pûtîn û Şî piştî civîna xwe ya danê sibehê deklarasyoneke hevpar û momerandûmeke têkilîdarî qayimkirina hevkariya vebeherênanên û peymaneke navgînên navneteweyî îmze kirin. Herdu aliyan çend belge di warê zanist, enerjiya nûkleerî û keşfa fezayê de jî îmze kirin.

Li gorî deklarasyona hevpar de Pûtîn û Şî biryar da ku hemû xebatên pêwîst bikin da ku meriyeta peymana nûkleerî ya welatên P5+1ê û Îranê îmze kiribû û wek Plana Çalakiya Berfireh a Hevpar a ku Amerîka jê derketibû, berdewam bike.

Herwiha serokan bal kişand ser wê yekê ku hinek welatên Ewropa û Asyayê bi awayekî yekalî pergalên parastina moşekan bi cî dikin û diyar kir ku ev derbeyekê li ewlekariya Rûsya û Çînê dixe.

"ŞÎ: HERDEM ME GIRINGÎ DA BIÊPŞDEXISTINA TÊKILIYÊN DUALÎ"

Şî destnîşan kir ku di qada navdewletî de çi guhertin çêbibe jî, Rûsya û Çîn herdem giringî daye wê yekê ku têkiliyên dualî bi pêş de bixin.

Serokê çînî teqez kir ku herdu welat birijdî piştgirî daye berjewendiyên bingehîn ên hev û hevkariya bazirganiyê bi pêş de xistiye.

PÛTÎN: EM RUHÊ HEVPARIYA STRATEJÎK TÊKILIYAN BI PÊŞ DE DIXIN

Pûtînî jî got ku civîneke berhemdar li gel Şiyî pêk aniye.

Serokê rûs bi bîr anî ku têkiliyên wan ên li gel Çînê dostane ne û teqez kir ku bi ruhê hevpariya stratejîk têkiliyên dualî bi pêş de dixin.

Pûtîn diyar kir ku hevkariya bi Çînê re ji Rûsyayê re yek ji mijarên sereke ye û gihiştiye astekê ku berî niha tiştekî wiha nehatiye dîtin.

CIVÎNA 25EMÎN A DI NAVBER A PÛTÎN Û ŞIYÎ DE

Serokê rûsî piştî mehekê ji serdema wî ya çaremîn li Kremlinê ku ev jî di navbera Pûtîn û Şî de civîna 25emîn e, nîşaneke zelal e bê herdu serok çiqasî giringiyê didin têkiliyan.

"GELEKÎ NÊZÎKÎ TUHÊ MIROVAN E"

Pûtîn berî serdana Çînê roportajek dabû China Media Groupê û Şî wek "kesekî fêmbar û gelekî nêzîkî ruhê mirovan" bi nav kiribû û gotibû, "di heman demê de hevparekî gelekî pêbawer e. Hûn dikarin piştrast bin ku bi Serokê Dewletê Şî Cinpingî re gotûbêj tên kirin."

HERDU SEROK DÊ BIÇIN TIANJIN Û QINGDAOYÊ

Pûtîn piştî danûnstendinên li Pekînê dê li gel Şî biçin bajarê Tianjînê û dê li maça tîmên hokeyê yên ciwanên herdu welatan temaşe bikin. Piştî wê herdu serok dê dawiya hefteyê biçin bajarê Qingdaoyê ji bo beşdarî Rêxistina Hevkariya Şangayê bibin.

RÛHANÎ JÎ DÊ BEŞDARÎ RHŞÊ BIBE

Piştî ku Amerîkayê biryar da ku ji JCPOAyê vekişe, Serokkomarê Îranê dê wek welatekî çavdêr beşdarî civînê bibe û dê gavên dê werin avêtin ji bo peymanê li ser lingan bihêle gotûbêj bike.

Rûsya û Çîn pêşengên RHŞyê ya di sala 2001ê de hatiye damezirandin û Kirgizistan, Tacakistan, Kazaxistan, Ozbekistan, Hindistan û Pakistan endamên wê ne.

Bi heman mijarî:

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û qevdek gul
Lavrov: Ultîmatoma Hollanda û Awûstrûlyayê ya bo Rûsyayê ne di cih de ye
Ji Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina bi ENKSê re
Ji Hêzên Moşekên Stratejîk yên Rûsyayê pêşbaziyeke leşkerî li dar xistin
Ji pêşbaziya Aviadarts-2018 ya li Rûsyayê dîmenên balkêş
ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'
Pisporê rûsî: Amerîka ditirse ku teknolojiya F-35an têkeve destê Rûsyayê
'Delîlên ku MH17 ji aliyê Rûsyayê ve hatiye xistin tune ne'
Etîketan:
Îran, Rêxistina Hevkariya Şangayê, Şi Cinping, Vladimir Putin, Pakistan, Hindistan, Ozbekistan, Kazaxistan, Tacakistan, Kirgizistan, Pekin, Qingdao
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de