09:11 18 Hezîran 2018
Kirim

Rûsyayê ji bo Kirimê bertek da Tirkiyeyê: Tevgerên wê nayên pêşbînkirin

© Sputnik / Artem Kreminsky
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî got ku 'ji aliyê Rûsyayê ve ilhaqa Kirimê` nenasin û Ewropa bi 'jibîkirina Kirimê' tawanbar kir, Moskowayê bertek da Çavuşogluyî. Alîkarê Serokê Komîteya Parastinê ya Dûmayê ku beşê jêrîn ê Parlamentoya Rûsyayê ye, Yuriy Şvitkînî got, "ev gotinên Çavuşogluyî em şaş û hêrs kirin.

Parlamenterê rûs Şvitkîn derbarê daxuyaniya nû ya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Çavuşogluyî ya ku "dê îlhaqa Kirimê nenasin' de axivî û got, "Enqere bi awayekî tevdigere ku nayê pêşbînkirin."

Şvitkînî diyar kir ku mirov dikare behsa bipêşdeçûna hevkariya di qadên leşkerî-teknîkî li gel Tirkiyeyê di van demên dawî de bike, îma kir ku dê nikaribin bibêjin ku di her mijarê de bi Enqereyê re baş li hev dikin û wiha got, "di mijara Sûriyeyê de hîn jî hinek pirs hene ku dixwazin ji aliyê tirkî bipirsin."

Şvitkînî got "dibe ku Enqere (bi daxuyaniyên wek van) tenê hewl dide YEyê biêşîne" û wiha dewam kir: Hûn dizanin(Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdogan carinan rexneyan li YEyê digire. Li gel vê jî hûn dikarin dilxwaziyeke wiha li nik aliyê tirkî bibînin ku ber bi wan ve biçe."

Li gel van, Şvitkînî teqez kir ku daxuyaniyên wek van ên ku ji aliyê tirkî ve tên dê wan negihînin têkiliyên beramber ên avaker.

Bi heman mijarî:

Peskov: Girêdana Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve bû rizgariya Kirimiyan
Moskowê salvegera 3yemîn a girêdana Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve pîroz kir
Heyetek ji Tirkiyeyê diçe Kirimê
Keça herî bedew a Kirimê hat hilbijartin
Ûkrayna ji bo avê ji ser Kirimê bibire bendav ava kir
‘Girêdana Kirimê bi Rûsyayê ve bila ji bo dinyayê ne tiştekî zor be'
FSBê li Kirimê sîxurekî Saziya Ewlehî ya Ûkraynayê girt
Erdogan: Em tevîkirina neqanûnî ya Kirimê nas nakin
Etîketan:
Kirim, Mevlut Çavuşoglu, Recep Tayyip Erdogan, Ewropa, Tirkiye, Yuriy Şvitkîn, Moksow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de