03:28 18 Hezîran 2018
Gazprom

Gazprom: Şandina gazê bo Tirkiyeyê di ser Herika Tirkî re dê sala 2019an dest pê bike

© REUTERS / Maxim Zmeyev/File Photo
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Serokê Gazpromê Aleksandr Medvedevî got, şandina gaza suriştî di ser xeta boriya Herika Tirkî re ya bo Tirkiyeyê dê heta dawiya sala 2019an dest pê bike.

Medvedev civîneke çapemeniyê bi rê ve bir û got, "şandina gazê bo Tirkiyeyê heta dawiya sala 2019an dê dest pê bike. Tarîxa misoger, him girêdayî avakirina beşê projeyê yê deryayê ye û him jî girêdayî rewşa amadekariyê ya pergala belavkirinê ya tirkî ye. Lê sala 2019an 100% dê dest pê bike. Dudilîtî di vê mijarê de tine."

"DAXWAZA BULGARISTANÊ, POŞMANIYA WÎ YA LI HERIKA BAŞÛRÎ NÎŞAN DIDE"

Medvedev derbarê daxwaza Bulgaristanê de axift ku xwestibû şaxê duyem ê Herika Tirkî rasterast di bin Deryaya Reş re derbas bibe.

Medvedevî diyar kir ku Birêveberiya Sofyayê xwestiye ku wek Herika Başûrî, şaxê duyem ê Herika Tirkî jî bi Bulgaristanê ve were girêdan û wiha dewam kir: Niha ev mihar ne di rojevê de ye. Daxwaza Sofyayê, poşmaniya Bulgaristanê nîşan dide ku berî niha bi awayekî fîîlî Herka Başûrî bloke kiribû ku ji bo avakirina wê her tişt amade bû."

"ŞAXA DUYEM DÊ DI SER TIRKIYEYÊ RE BIÇE"

Herwiha Medvedevî diyar kir ku Sofyayê daxwaza xwe ya ku beşa bejahî ya şaxa duyem a Herika Tirkî piştî protokola navbera hikûmetan hat ragihandin kir û teqez kir ku di vê protokolê de çend berpirsyarên aliyên tirkî û rûsî hene, lewra ew şax dê di ser Tirkiyeyê re biçe.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisovî ya meha Gulanê gotibû, "Rûsya û Tirkiye li ser planekê dixebitin ku Herika Tirkî di ser Bulgaristanê re bigihêje YEyê."

Bi heman mijarî:

Gazprom: Em ji bo diyaloga bi Enqereyê re amade ne
Gazprom: Turk Akimi ji bo fînansmaniyê amade ye
Gazprom: Divê Komisyona Ewropayê pêdiviya Herikîna Tirkî bi nivîskî bipejirîne
Gazprom dixwaze li Tirkiyê ji xaza siruştî elektrîkê bihilberîne
Etîketan:
Sofya, Bulgaristan, Tirkiye, Gazprom, Aleksandr Medvedev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de