00:37 18 Hezîran 2018
Quran

Pirtûka destûra Sovyetê ya erebî bi salan wek Quran hatiye xwendin

© AFP 2018 / Arşiv
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Li Komara Başkurdistan a li ser Rûsyayê malbatekî pirtûka destûra Sovyetê ji ber ku bi erebî bûye bi salan gotine qey Quranê û bi wê niyetê muhafeze kirine.

Li Komara Başkurdistanê li malekî pirtûka destûra cezayê ya Sovyetê derket holê, ev pirtûk di sala 1926an de bi erebî hatiye çapkirin. Ji ber ku pirtûk bi zimanê erebî hatiye nivîsîn, malbata xwediyê pirtûkê bi salan gotine qey nusxeyekê Quranê ye, wê bi taybetî muhafeze kirine û xwendine.

Bûyer ji aliyê nûnerê wezareta Rûsyayê ya li Başkurdistanê ve hat eşkerekirin. Ji malbatê kesê bi navê Rafiya Zinatullina got ku "ev pirtûk bi salan ji aliyê dayîka min ve hat parastin, lewra dayîka min dizanîbû ku ev pirtûk Quran e. Piştê ku me xwest em vê pirtûkê radestê muzexaneyê bikin em pê hesiyan ku ev ne Quran e, ev pirtûka destûra Sovyetê ye û bi erebî hatiye nivîsîn."

Bi heman mijarî:

Caferî: Destûr ne Quran e, referandûm jî mafekî suriştî ye
Nehiştin Quran biçe ji Ayhan Bilgen re
Serokê rastgir ê tundrew soza qedexekirina Quran û mizgeftan da
KCD: 'Eger ziman bê asimîlekirin, Quran jî dê asimîle bibe'
Etîketan:
rûsya, pirtûk, quran, Başkurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de