22:23 18 Hezîran 2018
Balafira Mig-31 a rûsî

Di medyaya Rojava de balafira ‘kujende’ ya Rûsyayê MiG-31

© Sputnik / Vitaliy Ankov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Kovara Military Watch Magazine li ser jeta rûsî MiG-31 a rêgiriya hîpersonîk dike, nivîsand ku bi barkirina moşekên Kinjal re, ji bo hevrikên xwe dibe gefeke cidî.

Li gor nûçeya kovarê balafira MiG-31 a cureya nêçîrvan balafireke ‘kujende' ku li welatên din mînakên wê tune ne.

Tê diyarkirin ku ev jeta super hem di rûbirûbûnên hewayî de kêrhatî ye, hem jî dikare ji bo nêçîra keştiyên dijminan bi awayekî çalak were bikaranîn.

Herwiha di nûçeyê de tê destnîşankirin ku piştî MiG-31 bi sîstemên morden ên moşekan û radaran hatiye xemilandin, bûye balafira herî bilez û modern a şer.

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê cebilxane teqiya: 8 kuştî, 27 birîndar
Rûsya ji biryara KENY ya Ûkraynayê kêfxweş e
Serokê Saadetê: Bi gotina tune, pirsa kurd tune nabe
Li Cizîrê ji peywirdarên sindoqan hat xwestin ku karê xwe berdin
Etîketan:
Balafir, Rûsya, MiG-31
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de