18:55 23 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Ger Pûtîn nebûya serokê dewletê dê çi kar bikira?

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku eger nebûya serokê dewletê wê karên xwe yên KGBê dewam bikira an jî bibûya parêzer.

Pûtîn roportaj da China Media Groupê û bersiva pirsên rojnameger Shen Haixiong da.

Haixiong ji Pûtîn, "Em di nûçeyan de gelek car an di balafira şer de an jî di noqavan de we dibînin. Eger hûn bi siyasetê re eleqedar nebûna wê we çi karî bikira?" pirsî. Pûtîn bibîrxist ku di heyama Yekîtiya Sovyetan de wek ajanê KGBê li Almanyaya Rojhilat xebitiye.

‘DIBE EZ BIBÛMA PARÊZER'

Pûtîn bi ken got ‘Ji xwe pîşeya min heye'. Min Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha St. Petersburgê qedand. Dibe ez bibûma parêzer. Lê min seranserê jiyana xwe ji servîsên ewlekariyê re xebitîm, min di heyama Yekîtiya Sovyetan de ji servîsên îstîxbaratên biyanî re xebitîm. Di wê heyamê de ji maqamên îcrayê re xebitîm. Kêfa min ji wan hemû karan re tê. Bi rastî jî wek parêzer dibûya ez bixebitim."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Min rojbûna xwe tenê bi Şi Cinping re pîroz kir
Pûtîn: Surprîzek min ji Şi re heye
Pûtîn: Ger Ewropa dixwaze pêla penaberan rawestîne, bila alîkariya xelkê Sûriyeyê bike
Pûtîn: Hemû cûrên astengkirinên bi motîvên siyasî û parêzerkar bo hemû aliyan bizerar in
Pûtîn: Fikra ku dê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê şerek derkeve, dilê mirov dixelîne
Etîketan:
kar, parêzer, China Media Groupê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de