09:10 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn-Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping

Pûtîn: Surprîzek min ji Şi re heye

© Sputnik / Konstantin Zavrazhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya serdana Çînê ya di 8-10ê Pûşberê de, eşkere kir ku diyariyek surprîz ji bo Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping amade kiriye, lê niha eşkere nakim.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya serdana Çînê bi China Media Groupê re hevpeyvînek kir. Rojnamevan Shen Haixiong, berfeşîra ku Pûtîn di lûtkeya G20an a sala 2016an de diyarî Şi kiribû bibîr xist û pirsî, ‘gelo di vê serdanê de jî dê diyariyekê bibe an na?' serokê Rûsyayê li vê pirsê, wiha bersiv da, "Belê ez ê bibim, wê demê min berfeşîr biribû, ji ber ku gotibû ez ji berfeşîra rûsî hezdikim, min jî wek diyariyekê biribû."

Pûtîn eşkere kir ku bi Şi re carcaran diyariyan diyarî hev dikin û got, "Ez niha nikarim diyariyê eşkere bikim, wê demê dê ji surprîzê derkeve, niha bila wek sirekê di navbera me de be, piştre ez ê ji were bibêjim."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Ger Ewropa dixwaze pêla penaberan rawestîne, bila alîkariya xelkê Sûriyeyê bike
Pûtîn: Hemû cûrên astengkirinên bi motîvên siyasî û parêzerkar bo hemû aliyan bizerar in
Pûtîn: Fikra ku dê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê şerek derkeve, dilê mirov dixelîne
Pûtîn derbarê wêneyên xwe yên nîvtazî de: Tiştekî ku veşêrim tuneye
Pûtîn biryara mueyîdeyên li dijî Amerîka û hevpeymanên wê îmze kir
Etîketan:
diyarî, berfeşîr, serdan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de