04:26 22 Hezîran 2018
Putin, Avusturya'da Kurz ile görüştü

Pûtîn: Ger Ewropa dixwaze pêla penaberan rawestîne, bila alîkariya xelkê Sûriyeyê bike

© AFP 2018 / ALEX HALADA
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di serdana xwe ya yekem a piştî hilbijartina seroktiyê de, çû Avusturyayê û bi Serokomarê Avusturyayê Alexander Van der Bellen re civiya.

Pûtîn piştî hevdîtina bi Bellen re bi serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz re jî civiya.

Pûtîn piştî hevdîtinan di civîna hevpar a rojnamevanî de got ku Vîyena dixwaze beşdarî bernameyên alîkariyê yên bo xelkê Sûriyeyê bibe.

Pûtîn da xuyakirin, "Ger Ewropa dixwaze pêla penaberan a ser xwe kêm bike, divê ji bo vegera mirovan a malên xwe bibe alîkar. Pêwîst e ji bo bikarin li welatê xwe jiyanekê ava bikin Ewropa ji wan re bibe alîkar."

Serokê Rûsyayê Pûtîn li Avusturyayê berdewama îmtiyaza bacê jî di nav de, di gelek warên hevkariya înovasyonê de peyman îmze kirin.

Vladimîr Pûtîn ji xeynî serdana xwe ya yekem a piştî ji nû ve wergirtina posta seroktiyê, di demên dawî de cara yekem e ku serdana welatekî Rojavayê Ewropayê dike.

Bi heman mijarî:

YNKê bersiva Çavuşoglu ya tohmeta PKKê da: Em di rêya Mam Celal de ne
Yekem serokwezîrê xwedênenas ku bi încîlê sond nexwar ket dîrokê
Sûriyê bang li NYyê kir: Koalîsyon welatiyên Dêrazor, Reqa û Hesekê bombe dike
Amerîka: Ger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, dibe ku ji bernameya F-35an bê derxistin
Dadgehê li ‘akademisyena aştîxwaz' Ersanliyê salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî
Li seranserê dinyayê çend baregehên Rûsya û Amerîkayê hene?
Etîketan:
Sûriye, Avusturya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de