20:30 20 Hezîran 2018
Baregeha leşkerî ya Rûsyayê

Li seranserê dinyayê çend baregehên Rûsya û Amerîkayê hene?

© Sputnik / / Dmitriy Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Kovara Newsweekê hejmara baregehên leşkerî yên Rûsya û Amerîkayê li seranserê dinyayê beramberî hev kirin. Kovarê ligel kevnbûna Washingtonê di vî warî de, serweriya hêza kurewî ya Moskowê destnîşan kir.

Li gor analîza Newsweekê, 21 baregehên leşkerî yên Rûsyayê li derveyî welat hene, yên Amerîkayê jî bi qasî 600-900 baregehî ne. Digel ku di hin baregehên Amerîkayê de herî zêde 10 leşker hene jî bi dehan baregehên Amerîkayê ji yên Rûsyayê zêdetir in.

Cîgirê berê yê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Evelyn Farkas ji kovarê re diyar kiriye ku zêdebûna baregehan nayê wateya ku Amerîkayê serweriya hêzê bi dest xistiye, lewra Rûsya hêza xwe ya leşkerî li gor sudmendiyê bikar tîne ku ev jî ji bo bigihin armancên xwe besî wan e.

Rayedarê amerîkî got, "Heger derfetên Rûsyayê hebûna, dê bixwesta zêdetir baregehan ava bike. Lê Moskowa niha li gor derfetên heyî ya herî baş dike."

Bi heman mijarî:

Teqîna Amedê: 3 sal derbas bûn, lê êşa wê nû ye
Barzanî: Bizaveke cidî heye ku çareya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye
Polîsan mudaxaleyî çalakîya HDPê ya hilbijartinê kir: 2 kes hatin desteserkirin
Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
‘Amerîka ji bo ku xwe li ber Rûsyayê bigire çekên nû yên nukleer bi pêş dixe'
Pêşniyazî hat kirin di rojên ku yariyên Rûsyayê hene de dema mesaiyê were kêmkirin
Etîketan:
Nwesweek, baregehên leşkerî, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de