13:33 23 Hezîran 2018
Ala Rûsya û Amerîkayê

‘Amerîka ji bo ku xwe li ber Rûsyayê bigire çekên nû yên nukleer bi pêş dixe'

© AP Photo / Ivan Sekretarev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku Amerîka ji bo ku xwe li ber Rûsyayê bigire çekên nû yên nukleer yên kêmkapasîte bi pêş dixe'

Li gorî nûçeya malpera Warrior Maven Wezareta Derve ya Amerîkayayê (Pentagon) xebatan dimeşîne ku moşekên krûz yên menzîldirêj ku ji deryayê û ji noqavan têne pekandin bi pêş bixe.

Projeyên nû yên moşkî ku rêşnivîsên wan amade ne û tê gotin ku di navbera hedefên potansiyel ên neyaran de derfeta bijartinê dide.

Gelek pisporên amerîkî diyar dikin ku ev çekên nû yên nukleer yên kêmkapasîte di warê dezgînkirina Rûsyayê de weke fakterekê dibînin.

Pisporê amerîkî Hans Christensen, Warrior Mavenê re axivî û da zanîn ku hêj gelek kanfigurasyonên wan ên teknîkî ne diyar in lê Pentagonê pêşnûmaya çekên ku dê bi pêş bên xistin amade kiriye.

Christensenê herwiha da xuyakirin ku Pentagonê ji dêvla pêşdebirina çekên nû yên nukleer yên kêmkapasîte dibe ku moşekên balîstîk ên Trident D5 ku ji noqavên tên pêkandin modîfiye bike û ev dê gelekî hêsantir be.

Moşekên 20 kîloton û yên jê siviktir dikevine sinifê moşekên kêmkapasîte.

Bi heman mijarî:

Ji Hêzên Moşekên Stratejîk yên Rûsyayê pêşbaziyeke leşkerî li dar xistin
Şoygu: Me moşekên ku ji bo balefirên Su-57 hatibûn çêkirin li Sûriyeyê ceribandin
Rûsya: Moşekên holendî dibêjin ên Rûsyayê ne, piştî sala 2011an hatine ruxandin
Leşkerên amerîkî yên moşekên nukleerî diparêzin tilyakê bikar tînin
Milîsên husî dîsa bi moşekên balîstîk êrişî Siûdî kir
Etîketan:
Moşekên nukleer yê kêmkapasîtê, Moşek, Warrior Maven, Hans Christensen, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de