20:31 20 Hezîran 2018
Vladîmîr Pûtîn û  Van der Bellen

Pûtîn: Hemû cûrên astengkirinên bi motîvên siyasî û parêzerkar bo hemû aliyan bizerar in

© REUTERS / Leonhard Foeger
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî di dema serdana xwe ya Nemsayê de got, hemû astengkirinên bi motîvên siyasî û parêzerkar ji bo hemû aliyan bizerar in.

Pûtîn li Viyanaya paytextê Nemsayê piştî civîna xwe li gel Serokkomarê wî welatî Alexander Van der Bellen civîneke çapemeniyê li dar xist.

​Serokê rûs daxuyaniyên giring derbarê veberhênanên welatên Ewropayê li Rûsyayê de dan û bersiv da pirsyara bê gelo mercên guncav di civînên li Viyanayê de pêk hatine ku YE mueyideyan li ser Rûsyayê rake yan na.

"NE ASTENG E KU EM TÊKILIYÊN XWE LI GEL NEMSAYÊ BI PÊŞ DE BIXIN"

Pûtînî di bersiva xwe de got, "Mueyide, astengên siyasî, parêzerkarî, ev hemû ji bo gihiştina encama dawî tiştê bêfêde ne, heman şêwazên sepandinan in ku ji bo çareserkirina Kêşeyên siyasî tên kirin. Ev him ji welatên pêk tînin û him ji bo welatên li wan tên kirin, bizerar in."

"RÛSYAYÊ HEMÛ ZEHMETIYÊJ JI BER ASTENGIYÊN DERVEYÎ DERBAS KIRIN"

Ji aliyê din ve, Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku Rûsyayê zehmetiyên ji ber astengên derveyî derbas kirine û wiha got:

"Ez ji we re piştrast dikim ku Rûsyayê hemû zehmetiyên girêdayî astengkirinên derveyî derbas kirin. Berî çend salan, em rastî rewşeke zehmet hatin ji ber ku buhayiya derfirotinên me yên gerdîşî hat kêmkirin. Lê me ne tenê makroekonomiya xwe gihand istiqrarê lê me ev tişt xurt jî kir."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Moşekên holendî dibêjin ên Rûsyayê ne, piştî sala 2011an hatine ruxandin
‘Mafê kurdan heye ku azad bin, ji bo Rûsyayê ti pirsgirek tine ye ku kurd azad bin'
Meha Remezanê 35 îmamên biyanî li Mizgeftên Rûsyayê ne
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Li Rûsyayê balefir ket, pîlot jiyana xwe ji dest da
Şandeke ENKSê dê biçe serdana Rûsyayê
Etîketan:
Moskow, Rûsya, Alexander Van der Bellen, Vladîmîr Pûtîn, Viyana, Nemsa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de