09:58 19 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: Fikra ku dê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê şerek derkeve, dilê mirov dixelîne

© Sputnik / Mikhael Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku li nêzî sîorê Rûsyayê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê de fikra ku dê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê şerek derkeve, dilê mirov dixelîne.

Pûtîn ji televîzyona ORFê ya Awistiryayê re axivî. Pûtin li ser pirsa bê gelo wê di navbera Koreya Bakûr û Amerîkayê de şerek derkeve yan na, "Ez naxwazim li ser vêya bifikirim" û îhtimala şerekî wiha ‘metirsîdar' bi nav kir û teqez kir ku ew tiştekî wiha naxwazin, "Rûsya vêya naxwaze, çimkî Koreya Bakur cîranê me ye. Hinek qadên ceribandinên nukleerî yên Koreya Bakur ji 100 kîlomtreyî nêzîktirî sînorên me ne."

‘EM JI HEVDÎTINA KÎM-TRUMP BI HÊVÎ NE'

Pûtîn anî ziman ku pêwist e qeyrana li nîvgirava Koreyê bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin. Pûtîn, "Em ji hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ya 12ê Hezîranê bi hêvî ne."

‘TRUMP JI DÊVLA DAXWAZAN PÊWIST E ÎMTIYAZAN BIDE'

Pûtîn destnîşan kir ku di rêya bêçekbûnê ya dualî de ji dêvla ku Washington daxwazan bike pêwîst e hin îmtiyazan bide Pyongyangê.

Pûtîn, "Ger Koreya Bakur ceribanina moşekên balîstîk rawestîne, ji çalakiyên bi paş de vegere, aliyên din jî divê gavên berbiçav biavêje."

‘TIŞTA JI DESTÊ ME TÊ, EM DÊ BIKIN'

Pûtîn da xuyakirin ku tetbîqatên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê zirarê didine armanê," ji bo kêmkirina ragêşiya li nîvgirava Koreyê çi ji destê Rûsyyê were dê bike. Ji bo bidawîkirina ragêşiyê em amade ne."

Pûtîn derbirî ku Moskowa her tim bi Pyeongyang re di nava peywendiyên de ne. Pûtîn herwiha ji bidawîkirina qeyrana li nîvgiravê hewlên Çînê şayanî teqdîrê ne. Di vî warî de Rûsya û Çîn ji bo amadekariyê amade ne.

Moskowa û Pekînê di Îlona 2017an de bi mercê ku Koreya Bakur bernameya nukleerî rawestîne, ji Koreya Bakur û Amerîkayê daxwaz kiribû ku dawî li tetbîqatên xwe yên leşkerî bîne.

Bi heman mijarî:

Koreya Bakûr ji Trump daxwaza veberhênanê kir
Ji Xamaney bersiva Trump: Hilberîna atomî 190 hezar santrîfujan zêde bikin
Pûtîn: Ji ber sedema şerê siyasî yên li DYAyê em bi Trump re neciviyan
Berî zîrweya Kim û Trump, sererkan û Wezîrê parastinê jî di nav de gelek kes guherîn
WSJ: Koşka Spî ji bo hevdîtina Putin û Trump amadehiyan dike
Pentagon: Di sala pêşî ya desthilata Trump de 499 sivîl hatin kuştin
Etîketan:
hewla rawestandina bernameya çekên nukleerî, bernameya çekên nukleerî, Peywendiyên Rûsya û Koreya Bakur, vladimîr pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de