09:11 18 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn-Serokê Dewleta Rûsyayê- Tuva

Pûtîn derbarê wêneyên xwe yên nîvtazî de: Tiştekî ku veşêrim tuneye

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji televizyona OPFê ya Awûstûryayê re derbarê wêneyên xwe yên bê cil de axivî. Pûtîn eşkere kir ku tiştekî xelet tûneye li holê, di betlaneyê de hewce nake em xwe li paş devîstanan veşêrin.

Kremlînê wêneyên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku li Sibiryayê di dema betlaneyê de bê cil masî digirtin û li hespê siwar bibû weşandibû. Pûtîn beriya serdana Viyanayê ya îro, di roportaja bi televizyona OPFê ya Awûstûryayê re bersiva pirsa wêneyên xwe da. Rojnamevan çîroka wêneyên ku wek nîvtazî binavkir ji Pûtîn pirsî ku ti wateya wan heye an na? Serokê Rûsyayê jî eşkere kir ku tu wateyek kûr ya wêneyan tuneye, herwiha çimkî bo xwe veşartinê ti sedem tuneye. Pûtîn ji rojnamevan re got, "We got wêne nîvtazîne, şikir ji yezdan re ne tazî ne."

Serokê Dewleta Rûsyayê bibîr xist ku li holê tiştekî xelet tuneye, di betlaneyê de hewce nake em xwe li paş devîstanan veşêrin.

Bi heman mijarî:

Înce bersiva Erdogan da: Obama, Pûtîn, Barzanî, Apo û Gulen tu xapandine
Pûtîn lîmuzîna ‘Kortej’ pêş Prensê Abû Dabî kir
'Pûtîn û Kim Jong dibe di meha Îlonê de bên ba hev'
Pûtîn bi Netanyahû re li ser Sûriyeyê axivî
Etîketan:
sibirya, wêne, Vladimîr Pûtîn Serokê Dewleta Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de