00:44 18 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn biryara mueyîdeyên li dijî Amerîka û hevpeymanên wê îmze kir

© Sputnik / Aleksey Nikolskyi
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryara mueyîdeyên li hemberî Amerîka û hevpeymanên wê îmze kir.

Rûsyay bersiv da mueyîdeyên Amerîka û hevpeymanên wê.

‘DÊ LI DIJÎ WELAT Û KESÊN KU WEK GAVÊN NEYARANE DIAVÊJIN MUEYÎDE WERIN SEPANDIN'

Li gorî biryara ku Pûtîn îmze kiriye dê li dijî welat û kesên ku gavên neyarane diavêjin mueyîde werin sepandin.

Armanca biryara baskê jêrîn ê Parlamentoya Rûsyayê dûmayê bersivdayîna mueyîdeyên aborî û siyasî yên li dijî Rûsyayê ye.

BIRYAR ÎRO KETE MERIYETÊ

Biryar îro di malpera ku belgenameyên hikûmeta Rûsyayê diweşîne hat belavkirin û kete meriyetê.

Li gorî biryara Pûtîn hikûmet malên ku muadilê wan li Rûsyayê nayên hilberîn û kel û pelên ku ji bo bikaranîna şexsî tênin ne di lîsteya tevdîran de ne.

Washingtonê di 6ê Nîsanê de bi hinceta ‘li dijî îstîqrara navdewletî' li hemberî Rûsyayê mueyîdeyên nû sepnadibûn. Di çarçoveya biryarê de li dijî rayedarên payebilind ên hikûmetê, parlementer û xwediyê şirketên nû mueyîdeyên nû sepandibûn.

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev jî teqez kiribû ku mafê Rûsya yê bersivdanê heye.

Bi heman mijarî:

'DYA, leşkerên xwe li Şingalê bi cih kirin, beregehek nû ava dike'
Raportora Tirkiyeyê: Divê Demirtaş were berdan
Mizrakli: Wan rojan jî kurd tune bûn, aniha jî tune ne
Ji bo şêwirmendê taybet ê serokomar lêpirsîn hat vekir
Etîketan:
Biryar, Mueyîde, vladimîr pûtîn, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de