04:29 22 Hezîran 2018
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un

'Pûtîn û Kim Jong dibe di meha Îlonê de bên ba hev'

© REUTERS / KCNA
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat payin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di meha îlonê de dê bên ba hev. Çavkaniyên dîplomatîk ên rûsî eşkere kirin ku bo diyarkirina dîrokê li bendeyî bersiva Pyongyangê ne.

Çavkaniyên ji Sputnikê re ragihandin dan zanîn ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di meha îlonê de li bajarê Vladivostokê dibe bên ba hev. Li gor daxuyaniyên çavkaniyan, bo hevdîtinê li ser dîrok û cihê civînê nirxandin didomin. Herwiha tê gotin ku Rûsya li bendeyi bersiva nameya Pûtîn e ku ji Kim Jong-un re şandiye.

Ji aliyê din ve serokê Koreya Bakur Kim Jong hefteya borî bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hatibû hev. Ajansa KCNA ya Koreya Bakur ragihand ku di hevdîtinê de biryara ku di navbera herdu aliyan de hevdîtinên di asta herî bilind de pêk werin hat stendin.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Lavrov peyama Pûtîn ji Kim re bir
Lavrov qutiya tiştên taybet diyariyê Kim kir
KCNA: Kim û Pûtîn îsal dê hevdîtinekê pêk bînin
Kim Yong serdana Amerîkayê kir
Etîketan:
dîrok, kore, hevdîtin, Kim Jong-un, Vladimîr Pûtîn, Koreya Bakur, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de