19:13 23 Hezîran 2018
Cristiano Ronaldo

Bo Ronaldo pêşniyazek surprîz: Biryara xwe zû bide

© Sputnik / Alberto PIZZOLI
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Ji klûbek rûsî bo fitbolîstê Real Madridê Cristiano Ronaldo pêşniyazek surprîz hat. Klûbê li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir û bangî fitbolîstê portekîzî Cristiano Ronaldo kir: "Em hertiştî dizanin Ronaldo, em dixwazin tu klûba Yeniseyê heke carek be jî wê mezin bike."

Wekî ku tê zanîn veqetîna fitbolîstê portekîzî Cristiano Ronaldo ya ji Real Madridê di rojeva fitbola cîhanê de ye, herwiha ji klûba fitbolê ya rûsî Yenisey Krasnoyarskê bo fitbolîstê stêrk pêşniyazek balkêş hat.

​Klûba Yenisey Krasnoyarsk di dîroka xwe de cara ewil derket Lîga Premier a Rûsyayê û di heyama 2018-2019an dê bo şampiyoniyê têbikoşe. Klûbê li ser hesabê xwe yê twitterê pêşniyazek balkêş li Cristiano Ronaldo kir: "Xoşewîst Cristiano, em hertiştî dizanin, em pêşniyaza ku Klûba Yeniseyê mezin bike li te dikin, lê zû biryara xwe bide."

Bi heman mijarî:

DAIŞê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018a gefa mirinê li Messi û Ronaldo xwar
Ronaldo cardin bi performansa xwe û gola rowaşatayê di rojevê de ye
Ronaldo di kariyera xwe a profesyonel de hat-tricka 50emîn kir
Etîketan:
transfer, fitbol, Yenisey Krasnoyarsk, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de