22:21 18 Hezîran 2018
Arkadiy Babçenko

Zaxarova: Rojnamevan Babçenko qurbaniyê îstixbarata Ukraynayê ye

© REUTERS / VALENTYN OGIRENKO
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova got ku “rojnamevanê muxalif Arkadiy Babçenko qurbaniyê îstixbarata Ukraynayê ye.”

Hefteya çûyî Kîevê ragihandibû ku rojnamevan Babçenko di mala xwe de hatiye kuştin. Lê piştî demeke kurt diyar bû ku rojnamevan sax e. Zaxarova di axaftina xwe ya di televîziyona Rossiya 1 de destnîşan kir ku, rojnamevanê rûsî yê muxalif Babçenko bûye kurbaniyê Serwisa Ewlehiyê ya Ukraynayê. Lewra dema ku Ukraynayê got Babçenko nemirî ye esas wê çaxê ew kuştin. Lewra di nezera dunyayê de rojnamevanekî wiha idî tune ye, rojnamevanekî ku pê henekên xwe dikin heye.

Zaxarova anî ziman ku "Arkadiy kesekî ku ji aliyê gel dihat zxwendinê bû lê idî kes jê bawer nake û pê henekên xwe dikin. Di vê çarçoveyê de ez dikarim bibêjim ku Ukraynayê bixwe vî rojnamevanê kuşt."

Bi heman mijarî:

Peskov: 'Mirin' û rabûna Babçenko mîzanseneke xerîb e
Rûsya: Mîzansena ‘kuştina Babçenko’ provokasyon e
Rûsya: Bila kuştina rojnamevan Babçenko bilez were lêkolînkirin
Etîketan:
ukrayna, zaxarova, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de