04:19 22 Hezîran 2018
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

Rûsyayê li ser daxwaza sîxurtiyê ya ji bo peyamnêra rûsî daxuyanî da

© AFP 2018 / Alexander Nemenov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bang li rêveberiya Kievê kir ku Gerînendeyê Giştî yê RIA Novosti yê li Ûkraynayê Vişinskiy berde. Wezaretê diyar kir ku daxwaza sîxurtiyê ya ku ji aliyê Ûkraynayê ve ji bo peymnêra RIA Novostiyê hatiye kirin jî dide nîşan ku li Ûkraynayê azadiya fikrî nemaye.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji bo daxwaza sîxurtiyê ya ku ji aliyê rêveberiya Kievê ve li peymnêra RIA Novostiyê ya Litvanyayê Irina Visokoviç hatiye kirin, daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin, "Di 1ê Hezîranê de rayedarên Serwîsa Ewlehiyê ya Ûkraynayê (SBU) li dadgehê hatin cem Visokoviç û ew li wesayitekê siwar kir û birin ofîsa SBUyê. Piştî çend saetan wan ew rojnameger da ber pirsan û hewl dan wê bikin sîxur. Zor da wê rojnamegerê ku hevkariyê bi SBUyê re bike û hewl dan ji bo derbarê xebatkarên RIA Novostiyê de agahiyan bide, belge bi wê bidin îmzekirin. Ev bûyer dide nîşan ku li Ûkraynayê azadiya fikrî nemaye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Ûkraynayê li hemberî rojnamegeran gefxwarin, fişar, provokasyon û tundiya fîzîkî heye. Herwisa wezaretê di daxuyaniyê daxwaz kir ku Kiril Vişinskiy divê tavilê were berdan û hemû tawanbariyên derbarê wî de werin rakirin. Ji civaka navdewletî jî hat xwestin kul i hemberî van bûyeran bêdeng nemîne.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê bersiv da daxwaza Vişinski: Em herdem alîkariya welatiyên xwe dikin
Rûsya: Zû yan dereng, dê diyar bibe ku trajediya MH17ê beşekî propogandaya dijî Rûsyayê ye
Rûsyayê peymana ji bo hevkariya nukleerî ya bi Amerîkayê re da rawestandin
Rêveberê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê girtî ji Pûtîn alîkarî xwest
Wezareta rûsî: Li Ûkraynayê sizanedana sûcên li dijî rojnamegeran bûye rûtîneke xeternak
Etîketan:
peyamnêra rûsî, sîxurtî, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de