13:33 23 Hezîran 2018
 Dmitriy Kiselev

Kiselev: Ji bo Kievê tenê fîguran û sîxur pêwîst e, rojnamegeriyê tine dihesibîne

© Sputnik / Grigoriy Sisoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Kievê li peyamnêra RIA Novosti ya Litvanyayê Irina Visokoviç a ku ji bo şopandina doza Gerînendeyê Giştî yê RIA Novosti ê Ûkranyayê Kiril Vişinskiy çûbû wir, daxwaza sîxurtiyê kir. Midurê Giştî yê ajansa Rossiya Segodnyayê, ku Sputnik û Russia Today (RT) jî girêdayî wê ne, Dmitriy Kiselev derbarê mijarê de daxuyanî dan.

Rêveberiya Kievê li peyamnêra RIA Novosti ya Litvanyayê Irina Visokoviç a ku ji bo şopandina doza Gerînendeyê Giştî yê RIA Novosti ê Ûkranyayê Kiril Vişinskiy çûbû wir, daxwaza sîxurtiyê kir.

Kiselev derbarê mijarê de ji bo Sputnikê axivî û ev tişt gotin, "Ev hewldan dide nîşan ku rejîma Kievê karê rojnamegeriyê tune dihesibîne. Xwestin Visokoviç bikin sîxur. Ji bo Kievê tenê ev tiş pêwîst in. Li rojnamegeran dixe, wan diteqîne, dersînor dike, ji ber ‘xayîntiya welêt' dike zindanan."

Kiselev got, pêwistiya Kievê ne bi rojnamegeran, bi fîguranên wekî rojnamgerê mixalîf ê rûsi Arkadiy Babçenko yê ku pêşiyê qaşo hat gotin ku hatiye kuştin, roja din derket, heye.

Serokê Serwîsa Ewlehiyê ya Ûkraynayê Vasiliy Gristak gotibû rojnamegerê rûsî Arkadiy Babçenko yê hatibû gotin ku hatiye kuştin, nemiriye û kesê hewldana kuştinê dabû bi operasyoneke taybet hatiye girtin. Gritsak îdia kiribû ku wî sûcdarî ji Rûsyayê ferman stendiye û gotibû, belavkirina agahiya kuştina wî jî perçeyekî operasyonê bû.

Bi heman mijarî:

Rêveberê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê girtî ji Pûtîn alîkarî xwest
Wezareta rûsî: Li Ûkraynayê sizanedana sûcên li dijî rojnamegeran bûye rûtîneke xeternak
Li Ûkraynayê rojnamevanekî rûsî hat kuştin
Putin: Moşeka ku li Ûkraynayê li balafira MH17a hat xistin, ne moşeka rûsî bû
Peykerên Lenîn ên li Ûkraynayê
Etîketan:
Midurê Giştî yê ajansa Rossiya Segodnyayê, Dmitriy Kiselev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de