22:17 18 Hezîran 2018
Pergala Parastina Hewayî S-400

Senatorê rûs: Îtîrazên Siûdiyê dê bandorê li planên me yên şandina S-400ê bo Qeterê nekin

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Serokê Komîteya Elekarî û Parastinê yê ya Rûsyayê Aleksey Kondratyevî got ku îtîrazên Erebistana Siûdî dê bandorê li şandina perala parastina moşekan a S-400ê bo Qeterê neke û diyar kir ku "fişara Amerîkayê di vê helwesta Riyadê de bibandor e."

Kondratyev bi Sputnikê re axift û got, "Rûsya dixwaze li berjewendiyên xwe xwedî derkeve, S-400ê bişîne Qeterê û pereyan bîne budçeya dewletê. Têkiliya îtîrazên Erebistana Siûdî bi vê mijarê re tine. Planên Rûsyayê dê neguherin. Diyar e ku Riyad roleke serwer li herêmê dilîze lê Qeter bi kirîna pergalên S-400ê dê avantajê bi dest bixe. Lewra helwesta Erebistana Siûdî tê fêmkirin."

"AMERÎKA NAXWAZE BAZARA XWE YA LI HERÊMÊ JI DEST BIDE"

Herwiha Kondratyevî got ku Washington Riyadê teşwîq dike ku li dijî rêkeftina navbera Moskowa û Dohayê derkeve. Rayedarê got got, "Amerîka naxwaze bazareke çekan a gelekî bisûd ji dest bide, dê di vê çarçoveyê de fişara xwe li ser siûdiyan dewam bikin."

Bi heman mijarî:

Trump: Sîxûrê di barêgehê de jî `lihevkirina nepenî ya bi Rûsyayê re` peyda nekirîye
Wezîrê Werzîşê yê Rûsyayê ji bo Vişinskiy serî li Serokê UEFAyê Ceferin da
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fransayê
Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê dê serî li saziyên navneteweyî bidin
Rûsya: Moşekên holendî dibêjin ên Rûsyayê ne, piştî sala 2011an hatine ruxandin
‘Mafê kurdan heye ku azad bin, ji bo Rûsyayê ti pirsgirek tine ye ku kurd azad bin'
Meha Remezanê 35 îmamên biyanî li Mizgeftên Rûsyayê ne
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Li Rûsyayê balefir ket, pîlot jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
S-400, Erebistana Siûdî, Rûsya, Qeter
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de